Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin 2022-11-23 11:46:53 AMED- Heyeta dadgehê ku ewilî danişîna doza Tahir Elçî bi dawî kir û pişt re cardin lê vegeriya, careke din daxwaza ji bo guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû red kir û danişînê taloqî piştî hilbijartinê kir.  Danişîna doza Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku polîs Fûat Tan, Mesût Sevgî û Sînan Tabûr tê de tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de piştî ku daxwaza ji bo guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû hat redkirin, rageşiyek rû da. Serokên baroyên Enqere, Kirikkale, Artvîn, Edene, Samsûn, Antalya, Hatay, Şirnex, Agirî, Mêrdîn, Mûş, Dersim, Sêrt, Colemêrg, Çewlig, Qers, Wan, Riha, Bûrsa, Îzmîr û Dîlokê jî di nav de serokên baroyên bajarên Rotterdam û Amsterdamê yên Hollandayê jî tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de ewilî Turkan Elçî, hevjîna Tahir Elçî, axivî. Elçiyê diyar kir ku piştî dozê bi 2 salan pir xwestiye baweriya xwe bi edaletê û daraza bêalî bîne, lê niha baweriya ji bo edaletê û darza bêalî nemaye.    Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Eren jî ji heyeta dadgehê pirsî ku "çi bû ku we dest ji boryara xwe ya ji bo guhdarkirina Davûtoglû berda?"   Piştî Eren, Parêzer Neşet Gîrasûn axivî. Gîrasûn jî anî ziman ku di 5 danişînan de ji 30 daxwazan 20 jê hatine redkirin û yên hatine qebûlkirin jî daxwazine ku bandorê li dosyayê nakin. Gîrasûn destnîşan kir ku Tahir Elçî ne kesekî ji rêzê ye û got ku Elçî kiryarên nediyar ên salên 90'î yên dewletê û bûyera 38 kesên bi balafiran hatine qetilkirin zelal kiriye. Gîrasîn got: "Em şopdarên Tahir Elçî ne, em ê dest ji vê dozê bernedin."    Piştî axaftina Gûrasûn, ên lê hêwana danişînê li çepikan xistin. Bi vê re heyeta dadgehê terka hêwana danişînê kir. Lê parêzer ji hêwanê derneketin û xwestin danişîn bidome. Piştî vê mubaşîr hat hêwanê û anons kir ku serokê dadgehê danişînê bi dawî kiriye. Lê piştî ku Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi heyeta dadgehê re hevdîtin kirin, serokê dadgehê û heyeta dadgehê piştî saetekê cardin hatin hêwana danişînê û danişîn ji nû ve dest pê kir.    Serokên baoryên Samsûn, Artvîn, Hatay, Qers û Kirikkaleyê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê xwestind axilî dozê bibin. Lê dozger xwest ev daxwaz bê redkirin.    Heyeta dadgehê ji 4 daxwazên parêzeran tenê yek jê qebûl kir. Heyetê xwest Saziya Tiba Edlî têkildarî 12 saniyeyên winda yên dîmenan cardin raporê amade bike, divê bê pirsîn bê kar rapora mufetşên Wezareta Karên Navxweyî ya der barê dîmenan û dengan de amade ye yan na û ger hebin divê ji dadgehê re bên şandin. Her wiha dadgehê beşdarbûna baroyan û guhdarkirina Davûtoglû red kir.    Heyeta dadghê danişînê taloqî piştî hilbijartinê, 5'ê Tîrmeha 2023'yan kir.