Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê 2022-11-23 11:57:05   STENBOL – Gokhan Yildirim ku 256 rojan di çalakiya rojiya mirinê de ma û di encama berxwedanê de înfaza wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin, dîsa şandin girtîgehê.    Girtiyê bi navê Gokhan Yildirim ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdarê bi daxwaza “darizandina adilane” 256 rojan di çalakiya rojiya mirinê de ma. Li ser berxwedana Yildirim, di 5’ê îlonê de biryar hat dayîn ku înfazkirina cezayê Yildirim ji bo 6 mehan bê taloqkirin. Hat zanîn ku Yildirim duh li pêşiya mala xwe ya li Esenyurtê ji hêla polîsên sivîl ve hat binçavkirin û birin Girtîgeha Sîlîviriyê.    ‘RAKIRINA BIRYARÊ DERQANÛNÎ YE’   Buroya Hhiqûqê ya Gel têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Dozgeriya Tekîrdagê biryara taloqkirina înfazkirina cezayê Yildirim rakir. Di 5’ê sibatê de dibiya bû Yildirim li Saziya Tipa Edlî (ATK) bihata muayenekirin. Dema ku tedawiya wî didomiya, ev biryar hat rakirin. Rakirina biryarê, derqanûnî ye. Di biryara taloqkirina înfazkirina cezayê Gokhan de tu tevdîrên kontrola edlî nehatine dayîn. Dema êşên wî yên noropatîk didomiyan, li pêşiya mala xwe hat binçavkirin. Tu şertên ji bo rakirina biryara taloqkirina înfazkirina ceza çênebûne. Ev rewş, xetereyê li ser tenduristiya Gokhan Yildirim çêdike. Divê Yildirim were berdan.”