Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin 2022-11-23 15:08:51   COLEMÊRG - Platforma Jinan a Colemêrgê, bi boneya 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê şandin.     Platforma Jinan a Colemêrgê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê şandin. Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Platforma Şaxên KESK'ê hatin ba hev, ji bo jinên girtî name nivîsandin. Endamên platformê, di dema nivîsandina nameyan de strana "Tu kî yî" ya hunermend Devrîm Demîr striyan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Endamên platformê, piştre derbasî Şaxa PTT'ê ya Colemêrgê bûn û nameyên amade kiribûn şandin.