Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin 2022-11-23 15:50:04   ŞIRNEX - Jinan li Şirnexê bi pêşengtiya TJA’yê xwest biçin serdana gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Li Şirnexê jinan bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de xwestin biçin serdana gorên Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de hatibûn qetilkirin. Lê belê polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Walîtiya Şirnexê, nehiştin ku jin bikevin Goristana Nala Rû ya Şirnexê.     Polîsan tenê destûr da ku dayika Pakîze Nayir û Fatma Uyar biçin serdana goristanê. Di heman demê de polîsan nehişt ku rojnameger dîmenan bikişînin.   Her wiha di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de jinan li navçeya Cizîrê belavok belavkirin û ji bo meşa 25’ê mijdarê banga tevlibûnê kirin.