HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan 2022-11-23 16:21:24   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk duh di êrişên xwe de 84 gund hedef girtin û di encama êrişan de 7 welatî û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 22’yê mijdarê parve kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); HSD’ê da zanîn ku di êrişan de dewleta tirk de dibistan, nexweşxane, qadên aboriyê, zeviyên petrolê û saziyên xizmetê hedef hatin girtin. Bi domdarî HSD’ê destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk ji 22’yê mijdarê heta niha bênavber didomin û di encama êrişên li dijî Til Temir û gundê Mekmen ê Dêrazorê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.    Her wiha HSD’ê ragihand ku got ku di êrişan de baregeha Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ku ji bo operasyonên li dijî DAIŞ’ê tê bikaranîn hatiye bombebarankirin û Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) ku baregeh diparastin jî bi SÎHA’yan hatine hedefgirtin. HSD’ê da zanîn ku di van êrişan de 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dane.