ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-24 09:00:18 * Lîstikvana şanoyê Şîlan Alagoz ku diyar kir ku desthilat bi kodên netewperest û olperest di qada çand û hunerê de tundiya li ser jinê rewa dike û wiha got: “Di hunerê de hişmendiya ku ‘jin nikare bike’ serwer e. Êdî em bi têkoşînê li ser dike bi qêrînê, stranên xwe dibêjin û lîstikên xwe dilîzin.” * Amediyan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê û gotin: “Tirkiye dixwaze her 4 parçeyên Kurdistanê hev du nebînin.”   * Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo meşa ku dê bi pêşengiya TJA'yê li Geverê bê lidarxistin bang li jinan kirin û gotin: “Em ê bi dirûşme û felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' dê qadan tije bikin û vê sedsalê bikin sedsala jinê.”   * Li Wanê polîsan bi qask, cop û pehînan li Firat Koçê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xistibûn. Lêpirsîna der barê polîsan bi iryara neşopandinê bi dawî bû. Dozger îdia kir ku şideta hatiye kirin şideteke "hevgirtî" bûye û tu unsûrên qanûnî rû nedane.    * Serokê TÎP'ê yê Amedê û Salih Sargin û Rêvebira EMEP'ê ya Amedê Nûrgul Denîz ku li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe bang li gelan kirin ku dakevin kuçeyan û îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kirin.    * Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar diyar kir ku berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî"yê ya li Rojhilat û Îranê bûye sedem ku derz li dewletê bikevin û wiha got: "Êdî vegera vê berxwedanê tune ye. Meşrûiyeta dewletê nema."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 626’an de berdewam dike.    * Doza derheqê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)     * Sêyemîn rûniştina danişîna 19’an a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amed û Îzmîrê dê îro jî bidome. (11.00-15.00)    * MKGP dê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin li Şaxa ÎHD’a Stenbolê parve bike. (11.00)   * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Parêzerên Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê hatibû qetilkirin dê têkildarî geşedanên di dema lêpirsînê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (13.00)