Rojnamevan Oremar: Êdî vegera berxwedana Rojhilat tune ye 2022-11-24 09:15:19   WAN - Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar diyar kir ku berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî"yê ya li Rojhilat û Îranê bûye sedem ku derz li dewletê bikevin û wiha got: "Êdî vegera vê berxwedanê tune ye. Meşrûiyeta dewletê nema."    Li Îranê serîhildana gel ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kir didome. Çalakiyên ku li Tehranê dest pê kirin di demeke kurt de li gelek bajarên Rojhilat û Îranê belav bûn. Heya niha di êrişên rejîma Îranê de 58 jê zarok herî kêm 410 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî hatine girtin. Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, serîhildana gel jnirxand.  'VEGUHERÎ BERXWEDANÊ'   Oremar bilêv kir ku portestoyên ku li Îranê dest pê kirin di demeke kurt de veguherîne berxwedanê û got ku ev çalakî ji yên berê cudatir in. Oremar destnîşan kir ku ev berxwedan bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê ya li ser gora Jîna Emîniyê hat berzkirin veguheriye qîrînekê û wiha domand: "Li vir hem malbatê hem jî gel serî li ber gefên dewletê netewandin. Li ber tahdeya heya niha dihat kirin serî rakirin. Her çû xwepêşandan ji Tehranê heya bi Ûrmiyeyê û ji vir jî ber bi bajarên din ên Îranê ve belav bûn. Ev berxwedan bi pêşengiya jin û ciwanan didome."    FELSEFEYA BERXWEDANÊ: JIN, JIYAN, AZADÎ   Oremar destnîşan kir ku li hemberî êrişên rejîmê hêrs jî zêde bûye û wiha got: "Kurd, li dijî rêvebiriya dîktatorî ya 43 salan a Îranê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê daketin kolanan. Ev berxwedan kir ku derzek li dewletê bikeve. Ji lew re baş dizanin ku ev dirûşme ji ku hatiye û xwedî felsefeyeke çawa ye. Ji dirûşmeyên tên berzkirin fêm kirin ku hêza pêşeng jin in. Dizanin felsefeya vê dirûşmeyê ji Kobanê, ji Amedê û ji Îmraliyê hatiye. Ev tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li deverên din ên Îranê jî bû felsefeya gelên xizan. Berxwedan, êdî tenê ne rabûnek e, berxwedaneke ku dikare bi xwe re berxwedanê jî bîne. Gelên Îranê vê wekî destpêka şoreşê dihesibînin."    RUHÊ KOBANÊ   Oremar bilêv kir ku tu meşrûiyeta rejîma Îranê nemaye û wiha got: "Êdî vegera vê berxwedanê tune ye." Oremar destnîşan kir ku li Îranê jin û ciwan bi ruhê berxwedana Kobanê tevdigerin û got: "Êdî vegera vê berxwedanê tune ye. Ji îtiraza ji bo nasnameyê wêdetir, ji bo şoreşê tevdigerin."    Her wiha Oremar bal kişand ser kesên heya niha hatine binçavkirin û girtin jî. Oremar da zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin û girtin tenê navê 2 hezar û 906 kesan tê zanîn û got ku nayê zanîn kesên din li ku derê, di kîjan şert û mercî de tên girtin.    MA / Cengîz Ozbasar