Ji 47 binçavkiriyên Amedê 9 jê hatin berdan 2022-11-24 11:40:58   AMED – Ji 47 kesên dema êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin de hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan.    Di çalakiya şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di 21’ê mijdarê ya li Amedê de, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi giştî 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag, Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî, Sema Koç, ji TUM-BEL-SEN’ê Nîhal Yanik, Hatîce Guneş, Hasîbe Yazdik, Sedat Yîgît, Halîs Tekîn û kesekê ku navê wî nehat zanîn, piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin berdan.    HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE   Kar û barên îfadegirtinê yên Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez, Resûl Sadak, Yuksel Çelîk, Nûsret Çakmak, Mehmet Guzel, Şeyhmûs Yavuz, Ahmet Mala, Adem Fîtîl, Adem Bayrak, Alî Aksoy, Ferît Dogru, endamên Egîtîm Senê, Hatîce Efe, Recep Şîmşek, Halîs Kizilirmak, Ozgur Koroglû, Serhat Kiliç, Welat Kaya, Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn û Hevserokê Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê Hasan Çitrik, Hevserokê Şaxa MO’yê ya Amedê Şerefhan Aydin, Ejder Akcan,  Cahîde Harputlu, ji Şaxa Odeya Mişawirên Darayî ya Amedê Abdulkadîr Olgun, Mahmut Bora, Mehmet Can, Mehmet Balkaş, Sema Koç, Ji Tarim-Orkam Sen’ê Nasir Demîrkiran, Serokê TÎP’a Amedê Salîh Sari, Furkan Erdogan û endamê SKM MYK’ê Satiye Okê yên li midûriyeta emniyetê berdewam e.