Tê îdiakirin ku polîsan li Bazîdê welatiyek înfaz kir 2022-11-24 13:37:05   AGIRÎ - Hat ragihandin ku polîsan li navçeya Bazîd a Agiriyê welatiyê bi navê Mehmet Kiliç ku pirsgirêkên psîkolojîk dijiya û gule berdan hewa, piştî ku bombeyên gazê avêtin mala wî, înfaz kirin. Malbata Kiliç têkildarî mijarê wiha got: “Li pêş çavên me înfaz kirin.”    Welatiyê bi navê Mehmet Kiliç (65) ku pirsgirêkên psîkolojîk dijî, şevê din derket şaneşîna mala xwe ya li Kolana Akasya ya Taxa Uluyol a Bazîd a Agiriyê û du gule berdan hewa. Li ser vê yekê polîs ketin taxê û dora mala Kiliç dorpêç kirin. Polîsên ku bi saetan bombeyên gazan avêtin hundirê malê, piştre jî ketin malê. Polîsên ku derdora deqeyekê li malê man, piştre jî derketin derve. Dema malbata Kiliç û şêniyên taxê ketin malê, dîtin ku Mehmet Kiliç hatiye kuştin. Hat hînbûn ku 5 gule li sing û guleyek jî li serê Kiliç hatiye xistin. Her wiha hat ragihandin ku polîsan piştî kuştina Kiliç bang li komên agirkujiyê kirin û mal pê dan şûştin.    'LI PÊŞ ÇAVÊN ME QETIL KIRIN’   Malbata Kiliç têkildarî bûyerê axivîn û ev agahî dan: “Polîs li me geriyan û xwestin ku em bên pêşiya malê. Dema em çûn ber deriyê malê, me dît ku kekê me gule berdan hewa. Anku li dîwarê şaneşîna mala xwe direşand. Me ji polîsan re got; ‘hûn me bigirin hundir, em ê wî qaneh bikin’ lê destûr nedan. Bi saetan bombeyên gazê avêtin hundirê malê. Jixwe piştî ku bombeyên gazê avêtin hundir, demekî dirêj tu deng ji wir derneketin. Kekê me jixwe ji ber wê gazê ser hişê xwe çûbû. Piştre jî polîsan derî şikandin û ketin hundir. Piştre jî dengê çekan hat. Demek piştre polîs derketin û ji bo şûştina malê bang li komên agirkujiyê kirin. Piştî ku mal hatî şûştin, em ketin hundir û me cenazeyê kekê xwe dît ku di nava xwînê de li erdê bû. Tevî ku kekê me bi ser hişê xwe çûbû jî li wir hat înfazkirin. Ev înfaz li pêş çavên me tevan kirin. Weke endamên malbatê me bertek nîşan da û xwest bikevin hundir lê destûr nedan. Ya ku kirin, înfaz e. Em ê giliyê wan polîsan bikin.”    MAL HAT MOHRKIRIN   Her wiha li her devera malê şopên guleyan hebû û mala ku Kiliç lê hatiye kuştin jî ji hêla polîsan ve hat mohrkirin.    Cenazeyê Kiliç di saetên derengiya şefê de li navçeyê hat definkirin û şîna wî hat danîn.