Malbatên girtiyan: Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine 2022-11-24 14:15:22   AMED -  Di çalakiya Nobeta Edaletê ya Amedê de malbatan bertek nîşanî sepana “poşmantiyê” ya li girtiyan tê ferzkirin dan û wiha gotin: “Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine.”    Bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn û çalakî di roja 373'yan de berdewam kir. Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê, malbatan çalakiya xwe li Baroya Amedê li dar xist. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), rêveberên Baroya Amedê, endamên Komeleya Jinan a Rossayê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan axivî û da zanîn ku ev zêdetirî saleke Nobeta Edaletê digirin. Boltan, bi domdarî wiha got: “Du roj berê ji bo çalakiyê em çûn pêşiya edliyeyê lê bi hinceta qedexeyê nehiştin. Daxwaza me ya ji wan mezin nîne. Em dixwazin girtiyên me yên nexweş bên berdan û înfazên zarokên me neyên şewitandin. Hûn girtiyên edlî ber didin lê çima yên me bernadin? Hûn çima poşmantiyê li ser zarokên me ferz dikin? Girtiyên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine. Kurd in, zimanê xwe parastine û ji bo vê hatine girtin. Rewşa girtiyên nexweş giran e û divê werin berdan. Bila înfazên wan neyên şewitandin.”   Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.