Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn 2022-11-24 15:16:27   AMED - Li melayê bi navê Kadrî Ozkaya ku li mizgeftê destdirêjî li zarokekî kir, 21 sal cezayê hefsê hat birîn. Mela Ozkaya îdia kir ku di hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê de sela xwendiye lewma weke hedef hatiye nîşandan.    Melayê Mizgefta Hîsamî ya Rezan a Amedê Kadrî Ozkaya, ji ber sedemên ku îstîsmara zayendî li zarokê bi navê C.D. a diçû qursa Qur’anê kiriye û bi rêya tundiyê gef li azadiya wê xwariye, bi girtî dihat darizandin. Danişîna doza Ozkaya li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozkaya û parêzerê xwe û parêzerê zarokê mexdûr Yasîn Karadenîz di danişînê de amade bûn. Her wiha parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî tev li danişînê bûn.    Ozkaya, di danişînê de îdiayên xwe yên berê dubare kir. Ozkaya, îdia kir ku piştî bûyera 24’ê tebaxê, bi sedema ku di “Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê” de sela xwendiye, di navbera wî û bavê zarokî de nîqaş derketiye, “hinek derdoran” ew hedef girtiye û bûyera behsa xeberê jî weke “komplo” pênase kir. Bi domdarî di parastina xwe de Ozkaya got; “Di tevahiya emrê xwe de min her tim îfeta xwe mîna jinekê parast”, nifir li malbatê kirin û beraeta xwe xwest.    DOZGER MUTALAAYA XWE GUHERAND   Dozgerê ku di mutalaaya xwe ya berê de ji ber sûcên “li dijî zarok îstîsmara zayendî kiriye”, “Bi rêya xerab bikaranîna peywira cemaweriyê re îstîsmara zayendî kiriye” û “bi rêya tundî û gefan îstîsmara zayendî kiriye” ji bo Ozkaya 41 sal cezayê hefsê dixwest. Lê dozger ev mutalaaya xwe guherand û ev îdiaye kir: “Di bûyerê de tundî tune ye, peywira cemaweriyê xerab nehatiye bikaranîn.” Dozger, ji ber sûcê “Îstîsmara zayendî” heta 18 salan cezayê hefsê xwest.    DIYANET LI ŞÛNA KU JI PEYWIRÊ BIGIRE TAYÎNA WÎ DERXISTIYE!    Her wiha parêzerê Ozkaya jî îdia kir ku îftîra li miwekîlê wî tên kirin û da zanîn ku dema pêvajoya darazê didomiya de Wezareta Karên Diyanetê miwekîlî wî tayînî Sêrtê kiriye.    Parêzerê zarok C.D., Yasîn Karadenîz jî destnîşan kir ku tev li beşeke mutalaaya dozger nabe û xwest ku cezayê Ozkaya bê girankirin.    21 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HAT DAYÎN   Dadgehê, ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” 18 sal cezayê hefsê li Ozkaya birî. Piştre jî dadgehê bi sedema ku ev sûc bi rêya zorê, tundî û gefan hatiye kirin jî cezayê Ozkaya girantir kir û 21 sal cezayê hefsê da.    Piştî biryara dadgehê jî parêzerê C.D., Yasîn Karadenîz rastî êrişa devkî ya xizmên bersûc hat. Xizmên bersûc bi gotinên “Ev yek dê bo te nemîne” gef li Karadenîz xwarin. Parêzer Karadenîz, têkildarî gefan girtek girt.