‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan 2022-11-24 16:35:47   AMED - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Sevîm Akdag a di çarçoveya îfadeyên tên îdiakirin aydê “şahida vekirî” ya miduriyeta polîsan Kezban Kuday de hate girtin, tevî ku şahid îfade qebûl nekirin jî nehate berdan.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Sevîm Akdag ji ber îfadeyên tên îdiakirin aydê “şahida vekirî” ya miduriyeta polîsan Kezban Kuday’in, di 20’ê gulanê bi 9 kesan re li Amedê hate girtin. Danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Akdag de hate vekirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.  Akdag û parêzerê wê Mehmet Oner di danişînê de amade bûn. Kezban Kûday ku miduriyeta polîsan weke “şahid” nîşan da jî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Kûday, diyar kir ku Akdagê ji ber xebatên HDP’ê nas dike, nebûye şahid ku tu têkiliyên Akdagê bi rêxistinekê re hene. Kûday, îdiakir ku ew îfadeyên hatine wergirtin aydê wê nînin û wiha got: “Ev beyanên we ji min re xwendin ne yên min in. Ez van beyanan qebûl nakim. Ez nebûme şahide xebatên Sevîmê yên we anîn ziman. Çima wisa nivîsandine ez fêhm nakim. Tiştên ez dizanim evqas in.”   Dozgeriyê jî li ser berdewama girtina Akdag mutalaa da. Akdag a parastina wê ya kurdî wergerandin tirkî jî diyar kir ku Kezban Kûdayê ji xebatên partiyê nas dike, îdayên derbarê wê de rast nînin û xwest bê berdan.    Parêzer Mehmet Oner jî bal kişand ku muwekîla wî li ser îfadeyên ku tên îdiakirin yên Kudayê ne hatiye girtin û da zanîn ku îfadeyên hatine wergirtin heta rûpela 17’emîn bi parêzer re piştî rûpela 17’an bêyî parêzer hatine wergirtin. Oner, anî ziman ku îfadeyên bêyî parêzer hatine wergirtin hiqûqî nînin û ji bilî beyanan di dosyayê de delîl nînin û xwest muwekîla wî bê berdan.    Dadgehê biryara berdewama girtina Akdag da û danişîn taloqî 16’ê sibatê hate kirin.