Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt 2022-11-24 17:01:03   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê îdia kir ku tu agahiya wan a têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî nîne û pirsa der barê kimysalê de hatibû kirin, nebersivand.     Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî têkildarî teqînên li Silêmaniyê û Dihokê û rewşa kesên di van teqînan de birîndar bûne daxuyaniya çapameniyê li dar xist.    Nûçegihanê Rojnewsê di civînê de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve ji Dr. Saman Berzencî pirs kir ku çima heya niha komîsyona lêpirsîna çekên kîmyewî nehatiye avakirin. Dr. Saman Berzencî pirsa hatiye kirin wiha bersivand: “Tu agahiya me nîn e.”    Piştî ku nûçegihanê Rojnewsê pirsa xwe dubare kiriye Midûrê Tenduristiyê yê Silêmanyeyê mafê axaftinê girt û wiha got: “Wezîrê me dikare vê pirsê bibersivîne." Lê belê Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî bersiva pirsê neda.