Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn 2022-11-24 17:49:15   STENBOL - Dozgeriyê ji bo dosyaya lêpirsînê ya Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de hate qetilkirin, biryara “Hewcehî li peyketinê nîne” da. Parêzerên Gezer bertek nîşanî vê biryarê dan û bi lêv kirin ku wê dîmenên têkildarî îşkenceyê parve bikin.   Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û destdirêjî lê hatibû kirin, di 9'ê Kanûna 2021'ê de hatibû qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di 22’yê mijdarê roja şemiyê de bi hinceta “Di mirina Garîbe Gezer de qusûr û qesta kesê nîne, ji bo doza cemaweriyê were vekirin delîlên ku têre bikin nehatine bidestxistin” biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” da. Parêzerên Gezer têkildarî geşedanên dosyaya lêpirsînê ya Gezer de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzerên Gezar, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya û Elîf Taşdogen û gelek parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas beşdar bûn. Keskîn a ewilî di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku Gezerê ji ber îşkenceya zayendî ya li wê hate kirin serî li dozgeriyê daye û wiha got: “Garîbe jineke li dijî tiştên li wê dihatin ferzkirin îtîraz dikir bû. Gelek caran xwest biçe cem hevala xwe Denîz lê daxwaza wê nehate qebûlkirin.” DÎMEN WÊ WERIN PARVEKIRIN Keskîn, diyar kir ku dîmenên ku binpêkirinên mafan ên li Gezerê hatin kirin ji ber malbata wê aciz nebe servîsî çapemeniyê nekirine, êdî dê dîmenan servîs bikin û wiha berdewam kir: “Me dîmenên ku Garîbe çawa bi erdê re tê kaşkirin, çawa xistine odeya bisunger dîtin.” Keskîn, da zanîn ku dozgerê lêpirsîn daye destpêkirin dîmenên di destê xwe de berçav negirtine û anî ziman ku dozger di heman demê de ji mirina Gezer kes berpirsyar negirt. GARÎBE Û EMÎNÎ ŞIBANDIN HEV Keskîn, Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Îranê ve hate qetilkirin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Garîbe xwişka Emînî ye. Emînî ji ber kîjan sedemê hatibe kuştin û îtîraz kiribe, Garîbe jî ji ber îtîraz kir hate kuştin.” Keskîn, helwesta dewletê ya li dijî mirina Gezer jî rexne kir û anî ziman ku vî helwestê ew matmayî nehiştine. WÊ BIBIN DMME’YÊ Keskîn, bi lêv kir ku wê dosyayê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: “Li girtîgehê evqas mexduriyeteke mezin jiyaye lê bi vê biryarê me dît ku ‘weke ji jiyana jinekê ne berpirsyar bin.’” ‘BÊALÎBÛNA DOZGER BIGUMAN E’ Parêzer Jiyan Taşkaya jî, qala pêvajoya piştî mirina Gezerê kir û wiha got: “Ji xwe di asta ewil de me fêm kiribû ku dozger lêpirsîneke bêalî bi rê ve nabe.” Taşkaya, bi bîr xist ku ji dosyaya Gezerê re biryara nepen hatibû dayîn û diyar kir ku tevî raporên pispor û otopsiye dozger ev rapor înkar kirine û nedane wan. Taşkaya anî ziman ku gumana wan a bêalîbûna dozger heye û di vê mijarê de vegerek li wan nebûye. Parêzer Elîf Taşdogen jî diyar kir ku wê pey biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” ya dozger bernedin. ‘RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ DI ASTA GUMANÊ DE YE’ Parêzer Jiyan Tosûn jî têkildarî biryara dozger wiha got: “Kesên bi şahidiniyê îfadeya wan hatine wergirtin tenê gardiyanên ku li wir mudaxile kirine ne. Lê têkildarî Midurê Girtîgehê tu beyan nînin. Ne bi sifetê şahid ne jî guman îfadeya wan nehatiye wergirtin. Lê di mirina pêk hatî de rêveberiya girtîgehê di asta gumanê de ye.”