Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin 2022-11-24 21:31:02   AMED – Li devera Malabadê ya Farqîna Amedê agir konê koçeran ket. Kesek birîndar bû.    Li devera Malabadê ya navçeya Farqînê ya Amedê, agir bi konê koçeran ket. Sedema agirpêketinê nehat hînkirin.    Di şewatê de Nevzat Saygin birîn dar bû. Saygin rakirin nexweşxaneyê.   Hat ragihandin ku di şewatê de zêdetirî 100 heywanên koçeran mirine û 120 hezar TL'yê koçeran jî şewitiye.   Piştî welatiyan agir tefand îtfaiye hat cihê bûyerê. Hat hînkirin ku agir bi temamî hatiye tefandin.