Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e 2022-11-25 09:01:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Haşim Zebarî diyar kir ku komîsyona ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî yê qedexekirî hatiye avakirin girîng e û got: "Heger belge û îspat bikevin destê vê komîsyonê, Iraq dikare êrîşên rejîma Erdogan ên li ser Başûr û Rojavayö bide sekinandin. Ev, dê ji bo hilweşandina hikûmeta Erdogan wê bibe belgeyeke mezin."     Di 16'ê Mijdarê de Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe, komîsyoneke taybet ava kir. Di vê çarçoveyê de komîsyon dê biçe herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê lê didomin û li wir lêkolînan bike. Li seranserê cîhanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî gelek bertek hatin nîşandin. Di encama berxwedana hat dayin de komîsyona lêkolînkirin hat avakirin. Komîsyon bû cihê meraqê ku dê li herêmê di kîjan astê de xebatên xwe bide meşandin. Der barê girîngiya avakirina komîsyonê de Akademisyen Dr. Haşim Zebarî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.   'EV PÊNGAVEKE GELEK GIRÎNG E'   Zebarî anî ziman ku tevî hemû îspat û belgeyan jî hêzên navneteweyî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê nedane sekinandin û wiha axivî: "Çend meh in ku dewleta tirk a dagirker bi navê operasyona 'Çengê Qifil' (Pençe-Kîlît) ji hewa û bejahiyê ve êrîşan dike. Bi taybetî jî li deverên Zap û Metîna şereke dijwar heye. Leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê ku nikarin heta pêşketinekê bi dest bixin darbeyên mezin standine. Ji ber vê yekê jî ji meha Tîrmehê vir ve çekên kîmyewî yên li seranserê cîhanê qedexekirî bi kar tînin. Ev çek li deverên Zap û Metînayê bi kar anîne. Heta ev çek li deverên nêzikî Şêladizê û Amûdê jî bi kar anîne. Gerîlayên HPG'ê çekên kîmyewî bi delîlan bi hemû rêxistinên navneteweyî û mafê mirovan re parve kirine. Bi van belgeyan hatiye piştrastkirin ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Cara yekem e ku ji Brîtanyayê yek ji endamê parlementoya Brîtanyayê bikaranîna çekên kîmyewî bi tund rexne kir û daxwaz kir ku dewleta tirk bê sekinandin. Lê heta niha jî gavên girîng nehatine avêtin. Herî dawî ji parlementoya Iraqê hat xwestin ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî komîsyonek bê avakirin. Ev pêngaveke gelek girîng e. Ev tê wê wateyê ku hikûmeta Iraqê girîngiyê dide vê mijarê. Lê lêkolînkirin û şandina vê şandeyê ya ber bir wan deveran jî girîng e. Wê hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkarî bide vê komîsyonê yan na, wê destûr bide ku ev şande bi awayekî ewle biçe wan deveran lêkolîn bike yan na? Nizanim. Yan jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî wê weke rejîma Erdogan tevbigere û destûr nede ku ev komîsyon biçe wan deveran xebateke baş bike. Heger hikûmeta Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide vê komîsyonê wê îspatên gelek mezin bên bidestxistin. Lê heger piştgirî nede jî wê hevkariya wan careke din bê piştraskirin."   'DIVE KU HIKÛMETA BAŞÛR HEVKARIYA IRAQÊ BIKE'   Haşim Zebarî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser avakirina komîsyonê û got ku divê ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide vê komîsyonê û wiha domand: "Bêgûman çûyina wan deveran û lêkolînkirin ne hêsan e. Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hevkariyê li gel Iraqê bike ku bigihên encamên baş. Heger HPG, PKK li wan deveran alîkariyê bide vê komîsyonê ez di wê baweriyê de me ku wê encamên gelek baş bên bidestxistin. Lê heger hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi wan re bibe alîkar encax ev encam derbikeve. Lê belê der heqê alîkariya Başûrê Kurdistanê de ez bi xwe bifikarim. Çimkî Hikûmeta Başûr her carê dikeve bin bandora Tirkiyeyê. Ez bawer nakim ku saziyên fermî yên Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de hevkariya Iraqê bikin. Avakirina vê komîsyonê xwedî bi wate û girînge. Di encamê vê lêkolînê de Iraq dikare bi awayeke qanûnî di protekolên navdewletî de gilî Tirkiyeyê bike. Heger ev belgeye ketin destê Iraqê de dikare pêşkeşî qedexekirina çekên kîmyewî ya navdewletî bike. Di encama van belgeyan de Ewrupa, Emrikî û çendî dinya dikarin Tirkiyeyê protesto bikin. Dikarin hikûmeta Erdogan ku li hemberî gelê xwe û li dijî kesên azadîxwez bikar tîne biguherînin. Heta ku OPWC nikare înkara bikaranîna çekên kîmyewî bike. Wê ji wan bê xwestin ku dosya bê lêkolîn kirin.Erdogan di dîrokê de wekî dîktatorekî ku çekên kîmyewî bikar aniye bê tomarkirin. "   'EV YEK JI BO HILWEŞANDINA REJÎMA ERDOGAN BELGEYEKE'   Akademîsyen Haşim Zebarî bi lêv kir ku heger komîsyon encameke baş bi dest bixe wê dewleta Tirkiyeyê neçar bimîne ku hikûmete nû ava bike û got ku di heman demê de wê bibe sedemê sekinandina êrîşên qirkirinê ku li ser Rojava û Başûr tên kirin û got: "Niha hikûmeta Iraqê ya nû hatiye hilbijartin. Hêviyên me ji hikûmeta Iraqê ya nû heye. Gelek soz dane gel ku wê hin dosyayan çareser bike.Bi taybetî jî ew peymanên ku bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hatine çêkirin. Di madeya 140 ya deverên nakok ku veqetiyan Herêma Kurdistanê li gel Bexda. Mijara peşmerge, butçe û daravî ya li herêmê gotine ku wê çareser bikin. Heta ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî û dest dirêjiyên Tirkiyeyê bikeve nav hewlêdanan. Niha li Îranê rewşeke awarte heye.  Komera Îslamî ya Îranê dixwaze ku pirsgirêkên xwe biavêje derveyî sînor. Yek ji van hewledanan jî bi hîzbên xwe yên çekdarî êrîşî komên çekdarî yên kurdî ku li deverên Silêmaniyê û Hewlêrê hene dike. Roj bi roj topbaranê dike. Her wiha di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de jî tifaqek heye. Tirkiye ne tenê li Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo ku dagir bike di nav hewledanan de ye. Operasyoneke qirkirina gelê kurd daye destpêkirin û doza vê dike. Rewşeke gelek xetere. Lê heger ev komîsyona ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye avakirin karê xwe bi awayeke cidî bike wê encamên gelek bi serkeftî bên bi dest xistin. Heger belge û îspat bikevin destê vê komîsyonê, Iraq dikare êrîşên rejîma Erdogan ê li ser Başûr û Rojava bide sekinandin.Ji bo hilweşandina hikûmeta Erdogan wê bibe belgeyeke mezin."