Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an 2022-11-25 16:37:46   MÊRSÎN - Di serdagirtinên malan ên Mêrsînê de hejmara binçavkiriyan derket 25’an.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mersînê bi îdiaya “amadehiya çalakiyê de ne” daye destpêkirin de bi awayekî hemwext bi ser gelek malên li navçeyên Tarsûs, Toroslar, Akdenîz û Yenîşehîrê de hate girtin. Di operasyonên li taxên çolter hate kirin de 10 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê.    Herwiha di çarçoveya lêpirsîneke cûdatir de derbarê 18 kesan de biryara binçavkirinê hate derxistin. Di serdagirtinên tevahiya bajêr de 15 kes hatin binçavkirin. 15 kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Hat zanîn ku derbarê 3 kesên din de jî biryara binçavkirinê heye.