Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê 2022-11-25 18:30:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinnewsê xwe gihand dîmenên îşkenceya ku li Girtîgeha Kandirayê li Garîbe Gezarê hatibû kirin. Gezer li girtîgehê hatibû qetilkirin.    Garîbe Gezer ku ji gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê bû û di sala 2016'an de li Îzmîrê hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1'ê ya Tîpa F'yê. Li girtîgehê dest dirêjî Gezerê hatibû kirin û îşkence lê hatibû kirin. Gezer piştî destdirêjî û îşkenceyê di 9'ê Kanûna 2021'ê de li girtîgehê hatibû qetilkirin. Piştî Gezer hatibû qetilkirin demildest der barê dosyaya wê de biryara veşarî hatibû dayîn.   Jinnewsê xwe gihand dîmenên îşkenceya ku li Gezerê hatiye kirin.    Bi dîmenan îşkenceya ku li Gezerê hatiye kirin derket holê. Di dîmenan de ku Jinnewsê xwe gihandiye wan, gelek gardiyan û memûrên girtîgehê bi milên wê digirin û wê kaş dikin. Her wiha dema Gezer tê kaşkirin diqîre û qîrîna wê tê bihîstin.   Eren Keskîn, Jiyan Kaya, Jiyan Tosûn û Elîf Taşdogen, parêzerên Garîbe Gezerê duh li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê daxuyandibûn ku dosyeya der barê Gezerê de piştî 11 mehan bi dawî bûye. Parêzeren diyar kiribû ku dozgeriyê bi hinceta "delîl têra xwe nehatine dîtin" der barê dosyeyê de biryara neşopandinê daye. Parêzeran gotibûn ku dê vê dozê bişopînin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.