Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan 2022-11-25 21:25:34     ŞIRNEX- Li Cizîrê jinên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê bi minesebeta Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navnetewî meşiyan polîsan êrîş wan kiribû û 23 kes ji wan binçavkiribûn. Jinên ku bi hinceta “Li dijî qanûna xwepêşandanê û meşê derketine” hatin binçavkirin, wan birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Her 23 kes piştî îfadeyê hatin berdan.    Jinên ku hatibûn binçavkirin navên wan wiha ne: "Hevseroka HDP’a Hezexê Evîn Erden, Rêveberên HDP’a Elkê Berîvan Temel, Muzeyyen Rustemoglû, Hevseroka HDP’a Elkê Zarîfe Boran, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Nebîha Akay, Nebahat Îşçî, Nafiye Kuçuk, Hamdiye Înedî,Bedriye Înedî,Miyaser Aslan,Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît, Hevşaredariya Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Berîvan Kutlu, Hevseroka HDP’a Qilebanê Zîlan Yaman, Hevseroka  HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag, aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç, Hevseroka Partiya Kesk û Çep a Pêşerojê ya Hezexê Elfesya Nas, Asûman Kulter, Endamên Meclisa Şaredariya Silopiyayê Garîbe Bîlîr, Fehîme Sarûhan, Rêvebera HDP’a Cizîrê Songul Kuçuk, Elîf Oruç, Faruk Îverendî.