Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe 2022-11-26 09:01:45 EDENE - Pêzaniyê ku ji ber bîranîna Komkujiya Pirsûsê der heqê 17 ciwanan de rapor amade kir, şideta polîsan ji nedîtî ve hatiye û gotiye, "Nediyar e ku kî li kê xistiye û lê tê dîtin ku her kes li hev dixe."    Di 18'ê Tîrmeha 2021'ê de li Edeneyê ji ciwanên ku xwetsibûn kesên di 20'ê tîrmeha 2015'an de di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin, 19 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî di heman salê de der barê ciwanan de bi îdiayên "astengkirina peywirê" û "lidarxistina xwepêşandan, civîn û meşên li dijî qanûnê" îdianame amade kiribû. Heya niha 7 danişînên dozê hatine lidarxistin. Danişîna 8'an dê di 18'ê çileya 2023'yan de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edeneyê bê lidarxistin.    Ji van ciwanan 17 kes jê diyar kiribûn ku polîsan tahde li wan kiriye, lê der barê wan de doz hatiye vekirin. Lê dozger guh li wan nekiriye û bi îdiayên navbirî doza cezakirina wan kiriye. Dadgehê jî ji bo vê rapora pêzaniyê xwestiye. Lê di rapora pêzaniyê de ku li ser dîmenên dema bûyerê sekiniye, wiha hatiye gotin: "Nediyar e ku kî li kê xistiye û lê tê dîtin ku her kes li hev dixe."    Ji parêzerên Ciwanan Baran, Taygûn Metîn ku rapora pêzaniyê nirxand, raporê wekî "raporeke komîk" pênase kir û wiha got: "Kesê ku rapora pêzaniyê amade kiriye jî bi vî awayî xwestiye ceza li hevalên me bê birîn. A rast raporeke pir komîk e. Pêzaniyê wiha gotiye, 'min tê dernexist bê kî li kê xistiye, lê hûn ceza li her kesî bibirin.'"   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen