Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê 2022-11-26 09:02:30   RIHA - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bilêv kir ku tundiya li hemberî jinê ne derî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.    19 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Her ku tecrîd kûr dibe, Tirkiye jî polîtîkayên ewlehîparêz û şer berbelavtir dike. Ev yek, di serî de jin bandorê li tevahiya civakê dike.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucuyê destnîşan kir ku di serî de jin, divê her kes li ber tecrîdê rabe.    'MAF NAYÊN PÊKANÎN'   Surucuyê destnîşan kir ku tecrîda ku di sala 1999'an de li Girava Îmraliyê dest pê kiriye ji 5'ê Nîsana 2005'an ve her diçe kûrtir dibe. Surucuyê bilêv kir ku li Tirkiyeyê mafên ku ji bo tevahiya girtiyan tên pêkanîn ji bo Abdullah Ocalan nayên pêkanîn û wiha got: "Ev maf ji bo birêz Ocalan nayên pêkanîn. Ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê pê re bikin. Destûra hevdîtina bi rêya telefonê jî nadin. Li Girava Îmraliyê tecrîdeke gelekî mezin tê pêkanîn."    'ZEXT Û TUNDÎ NE DERÎ TECRÎDÊ NE'   Surucuyê bilêv kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û got ku ji sala 2015'an ve li Tirkiyeyê aborî, siyaset û civak rêxiyaye û girtîgeh veguherîne goristanan. Surucuyê wiha domand: "Her roj tabût ji girtîgehan derdikevin. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Rewşa girtiyan li ortê ye."    Surucuyê destnîşan kir ku bi tecrîdê re tundiya li hemberî jinan jî zêde bûye û wiha got: "Şer û krîza aborî ya li welêt û ev feraseta tekparêze jinan difetisîne. Gelek jin, ji aliyê zilaman ve tên kuştin. Ji Mijdara par heya niha 335 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. 220 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her roj jinek tê kuştin. Peymanên ku jinan diparêzin hatin betalkirin. Tahdeya li hemberî jinê zêde bû. Ev hemû ne derî tecrîda li Îmraliyê ne, girêdayî wê ne."    'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'   Surucuyê bilêv kir ku bi kûrbûna tecrîdê re hemû awayêçn şidetê yên li hemberî jinê zêde bûne û wiha got: "Lewma divê tecrîda li ser birêz Abdullah ocalan bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de be. Ji ber vê em niha dibêjin, 'Dem dema azadiya birêz Ocalan e.'" Surucuyê bal kişand ser dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê ya bi serîhildana li Îranê re li seranserê cîhanê belav bûye û got ku çavkaniya vê dirûşmeyê xwe disipêre felsefeya Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan dibêje, 'heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.' Lewma em di hefteya 25'ê Mijdarê de careke din dibêjin; divê tecrîda lis er birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji bo wî jî divê şert û mercên azad bên afirandin. Ancax ew dikare meseleya krudî çareser bike. Ev pirsgirêk bi bombekirina Kobanê, Şengal û Qendîlê çareser nabe. Çareserî bi diyalog, guftûgo û hevdîtinan pêkan e. Muxatabê vê jî birêz Abdullah Ocalan e."    MA / Mujdat Can