Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye 2022-11-26 13:52:32   AMED - Çalakiya ku xizmên windakiriyan her hefte li dar dixin, bi hinceta biryara qedexekirina çalakiyan a Walitiya Amedê hat asteng kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn bertek nîşanî biryarê da û got: “Biryareke li dijî hiqûqê ye, me li dijî vê yekê gilî kir.”   Xizmên windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 720’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê xwestin aqûbeta kûjerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin bipirsin. Cigirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî tev li çalakiyê bû. Lê bi hinceta biryara qedexekirina çalakiyan a Walitiya Amedê polîsan çalakî asteng kirin û nehiştin çalakî bê lidarxistin.   ‘ME LI DIJÎ VÊ YEKÊ GILÎ KIR’   Li ser astengkirina polîsan jî girsê li ber baranê sekinî û belav nebû. Pişt re jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn axaftinek kurt kir û bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da. Zeytûn anî ziman ku bi hinceta biryara li dijî hiqûqê ya Walitiya Amedê çalakiya wan hatiye astengkirin û ev tişt gotin: “Bi gelek polîsan derdora çalakiyê hatiye dorpêç kirin. Çalakiya xizmên windakiriyan ku bi salan e her hefte li dardixin û têkoşîna dîtina xizmên xwe didin, îro hat asteng kirin. Me li dijî vê astengiyê gilî kir, em dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em dê hertim piştgiriya tekoşîna xizmên windakiriyan didin, bikin. Em vê yekê weke biryareke biedalet nabînin.”   LI ÊLIHÊ ELÇÎ HATE BIBÎRANÎN   Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan û wêneyên windakiriyan hilgirtin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê  Zekî Tanguner ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ji bo aqûbeta windakiriyan bên dîtin têkoşîna xwe didomînin û bi lêv kir ku heta ku rastî derkeve holê wê di têkoşîna xwe de israr bikin.  Tanguner, di daxuyaniyê de çîroka Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin xwend. Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.