Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê 2022-11-26 14:22:22   ŞIRNEX - Li Cizîrê ji ber barana zêde kolan û cadeyên Cizîrê veguherîn golên avê û rê li çûnehatê hat girtin.    Barana zêde ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bariya di demeke kurt de gelek rê, kolan û cade veguherîn golê. Dema ku rêya kevn a Şirnex-Cizîrê vediguherî golê, wesayît bi zehmetî diçin û tên. Cadeya Nisêbînê ku yek ji cadeya herî qelebalix ên Cizîrê ye jî tijî av bû. Welatiyan bertek nîşanî qeyûm da û diyar kirin qeyûm tu tedbîr negirtine û tu xebat nekiriye. bertek nîşan dan.