Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin 2022-11-26 15:17:20   ŞIRNEX - Li navçeyên Hezex û Silopiyayê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku dibe gelemperiyê bajêr hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Polîsan li navçeyên Silopiya û Hezexê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Hate hînbûn ku li Hezexê welatiyê bi navê Husnu Aslan li Silopiya jî rêvebere HDP’a Navçeyê Sedat Soysal hatine binçavkirin. Hate zanîn ku her du kesên sedemên binçavkirina wan nehatin zanîn birine miduriyetên polîsan ên navçeyan.    Hate hînbûn ku dibe li gelemperiyê bajêr hejmara binçavkiriyan zêde bibe.