MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin 2022-11-26 16:56:12   RIHA - Jinên endamên MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê ku di roja 628’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşar kirin wiha gotin: “Em ê xwedî li êşa wê derkevin û bibin şopdarên pêvajoyê.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 628’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê nobeta xwe dane destpêkirin. Jinên endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Amedê (TUHAY-DER) serdana Malbata Şenyaşar kirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Rihayê jî bi wan re bûn.    ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN TIŞTÊN QEWIMÎN’   Di 21’ê cotmehê de li Amedê di pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Amedê, Enstîtuya Kurd a Amedê û DESTAR’ê de di salvegera mirina yek ji helbestvan û nivîskarê mezin ê wêjeya kurdî Cegerxwîn de ji gelek kesan re plaket hatibûn dayîn. Jinan plaketa Emîne Şenyaşar a nekarî tev li bîranînê bibe, di Nobeta Edaletê de wan bi xwe pêşkeşî wê kir.    Rêvebera MEBYA-DER’a Amedê Meyrem Soylû ku li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku êşa dayika Emîne Şenyaşar parve dikin û wiha got: “Em ê li êşa wê xwedî derkevin û bibin şopdarên tiştên qewimîn.”   ‘BILA KUJER BÊN GIRTIN’   Emîne Şenyaşar a xelat girt jî di nobetê de tiştên ku jiyan vegotin û wiha got: “Bila kesên ku kurên min qetilkirin bên girtin. Bila kurê min jî bê berdan. Ev dewletek û edaleteke çawa ye. Ez edaletê ji bo herkesê dixwazim. Êdî bes e.”   Jinan demekê bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin û pişt re ji bajêr veqetiyan.