Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn 2022-11-26 17:09:21   STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Nîhat Aydogan ê 28 sal berê di binçavan de hatibû windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 922’yemîn a ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û darizandina faîlên wan li dar dixin wek online pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan (39) ê di 30’ê cotmeha 1994’an de li gundê Mizîzaxa navçeya Midyad a Merdînê de ji hêla leşker û cerdevanan ve hatibû binaçkirin û piştre tu agahî jê nehtiye girtin, pirsîn. Daxuyaniyê xwîşka nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di binçavkirinê de hatibû windakirin, Ayşe Tepe xwend.    Tepe destnîşan kir ku dewlet berpirsyariya xwe ya eşkerekirina heqîqetan bi cih neaniye û ev bang kir: “Êdî bes e. Mafê me yê xwe gihandina heqîqetê û dadê, ji ber helwesta we ya ‘wekî ku nîn e’ tune nabe. Berpirsyariya xwe ya naskirina mafên me û pêkanîna wê bînin cih.”   ‘ÎŞKENCEYA PÊŞ ÇAVÊ MALBATÊ’   Tepe piştî banga xwe, pêvajoya windakirina Nîhat Aydogan vegot. Tepe bi bîr xist ku berî ku hêzên ewlehiyê ji bo serdagirtinê werin gund Aydogan binçav dikin, ji îşkenceyên giran derbas dikin û bi gef xwarinê wî berdidin. Tepe anî ziman ku leşker û cerdevan di serdagirtina gund a 30 cotmeha 1994’an de, li pêş çavên hevjîn û zarokên wî îşkenceyê Aydogan dikin, dest û çavên wî di nava xwînê de dihêlin û pêşî wî dibin Qereqola Cendirmeyan a Mîdyadê, ji wir jî wî dibin Fermandariya Navendî ya Cendirmeyan a Merdînê. Tepe da zanîn ku ji wê rojê şûnde tu agahî ji Aydogan nehatine girtin.   HATIYE BERDAN!   Tepe anî ziman ku meqamên fermî îdia dikin ku piştî 20 rojên binçavkirinê, Aydogan sewqî dozgeriyê hatiye kirin, piştî ku îfadeya wî hatiye girtin jî hatiye berdan. Tepe diyar kir ku hevjîna Aydogan bi daxwaznameyekê serî li dozgeriyê daye û dozger jî jê re wiha gotiye: “Hevjînê te çûye çiyê, careke din neyê vê derê?”   ‘GORA WÎ LI KU YE’   Tepe destnîşan kir ku piştî salên dirêj mirina Aydogan ketiye kutuka nifûsê û keyayê gund jî ji bo mirina ne rast danezanê kiriye wiha gotiye: “Bi zextên fermandarê leşkeriyê ez neçar mam ku vê yekê pêk bînim.” Tepe ragihand ku tevî ku malbata Aydogan gelek serlêdan kirine jî hemû bêencam mane, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin  û wiha axivî: “Li gel hemû geşedanan pirsa malbatê ya ‘Ger mirî be gora wî li ku ye?’ bêbersiv hate hiştin.”   ‘ISRARA ZINDÎHIŞTINA DOSYEYÊ’   Tepe bi bîr xist ku malbata Aydogan ji bo her gorên komkujiyê yên ku li herêmê derketine holê ji ber îhtîmala “Dibe ku hestuyên Nîhat Aydogan jî li wir bin” serlêdan kirine û bi vî awayî xwestine dosyeyê zindî bihêlin.    ‘DOSYE DI REFÊN TOZ ÊN EDLIYEYÊ DE YE’   Tepe ji bo geşedanên şûndatir ev tişt gotin: “Herî dawî têkildarî wendayên Mîdyadê ji bo Nîhat Aydogan dîsa bi rêya ÎHD serlêdan hate kirin. Piştî serlêdanê Dozgeriya Midyadê fezlekeyek amade kir û îdia kir têkildarî wendakirina van kesan tu agahî tune ye û dosyeyê bi daxwaza girtinê şand  Serdozgeriya Komarê ya Midyadê. Piştî roportaja Hebûna JÎTEM’ê û cînayetên wê kirine Serokê Daîreya Kontraterorê yê kevn ê MÎT’ê Mehmt Eymur ku 4’ê cotmeha 2021’an de di çapameniyê de derketibû, ji bo îfadeya wî bê girtin serlêdan hate kirin lê dozgerî qebûl nekir. Dosye hêj jî vekiriye lê belê di refên toz ên di edliyeyê de ye.”