Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye 2022-11-27 09:47:10   AMED - Încî Guler Altindag ku ji bo birayê xwe girtî Abdûlselam Guler tev li Nobeta Edaletê bûye, xwest birayê wê bê berdan. Guler, bertek nîşan da û wiha got; "A tê kirin îşkence ye."     Malbata Gulerê ku di sala 1991'ê de gundê wan Delît ê Pasûra Amedê bi darê zorê hatiye valakirin û ji ber vê hatiye Amedê, hema bibêje hemû ferdên wê bi tahdeya dewletê re rû bi rû mane. Ji ber vê birayên hev Samet û Esat Guler tev li PKK'ê bûne û bav Îhsan Guler jî hatiye girtin. Piştî wextekê dê û bavc Nûriye û Îhsan Guler jiyana xwe ji dest dane. Bira Abdulselam Guler jî li dijî tahde û zordestiya sîstematîk daxilî nava çalakiyên demokratîk bûye ji bo mafên xwe, lê di sala 1993'yan de di 22 saliya xwe de bi hinceta "xirabkirina yekitî û yekpareyiya dewletê" hatiye girtin. Guler ku 29 sal in girtiye, bi dorê li van bajaran di girtîgehê de maye; Amed, Çewlig, Ordû, Sêrt û Bandirma. Abdulselam Guler (53) ku di vî 29 salên girtîgehê de gelek nexweşîn lê peyda bûne; niha nexweşîna dil, tansiyona zêde û bêhnçikandin zorê didin wî. Tê payin ku Guler di 19'ê Gulana 2023'yan de bê berdan.   Încî GulerAltindag, xwişka Abdulselam Guler, ji bo birayê wê bê berdan daxilî nava Nobeta Edaletê bû ku di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Amedê hatiye destpêkirin. Altindagê rewşa birayê xwe û tiştên hatine serê malbata wê ji ajansa me re gotin.    ZILMA DEWLETÊ   Altindagê wiha got: “Birayê min gava hat girtin 50 rojî di îşkenceyê de ma û ji ber vê îşkenceya dewletê nikaribû li ser pêyan bisekine. Gava em çûn girtîgehê, li ser destên wî dewsa îşkenceyê xuya dikir. Ew perîşan kiribûn. Piştî her du birayên min tev li PKK'ê bûn, zext û zorî zêde bûn. Piştî ew çûn, bi hinceta 'berpirsên çalakiyan ew in' xaniyê me hat şewitandin. Ji me re gotin 'em ê nehêlin hûn li vir bihewin' û birastî jî nehiştin. Digotin 'mala terorîstan e' û her roj diavêtin ser mala me. Em ji zarokatiya xwe ve em vê zilma dewletê nas dikin."   NOBETA EDALETÊ    Altindagê bilêv kir ku nêzî salekê ye di Nobeda Edaletê de ye û wiha behsa nobetê kir: "Piştî pandemiyê em çûn girtîgehê. Birayê min pir zihîf bûbû. Bi zorê bêhnê distend. Tim bi dilê xwe digirt û diaxivî. Piştî vê me û malbatên din ên girtiyan biryar da ku nobeda edaletê bigirin. Me got, 'qanûn çi be, em bibin ronahî, hêvî.' Me bi vî awayî dest bi Nobeda Edaletê kir. Em di meha Çileyê de çûn Enqereyê. Hêviya me ji partiyên siyasî hebû. Em bi dilxweşî vegeriyan, lê li ser sozên xwe neman. Tu tişt nekirin. Ev şerma wan partiyan e. Em dibêjin, 'Bila girtiyên nexweş bên berdan û bila qanûn bên pêkanîn.' Ger bi qanûna kontrola edlî jî ew berdana, niha girtiyên nexweş hemû li derve bûn. Li girtîgehan nayên dermankirin. Gelek girtî çendî rapora wan a 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî nayên berdan. Ev îşkence ye. Mirov nikare vê zilmê qebûl bike."    Altindagê destnîşan kir ku girtî nayên dermankirin û ji bo rewşa girtiyan wiha got: "Girtiyên divê bên dermankirin, nabin nexweşxaneyê. Girtîgeh cihekî wisa ye ku kes nikare tê de bijî. Birayê min nêzî 30 sal in girtiye. Şert û mercên wir hemû xirab in. Ger li ser wan bihata sekinandin ev qas sal di girtîgehê de nediman. Jixwe bi salan e dest datînin ser her tiştê wan. HEqê ceryanê jî ji wan distînin. Ceryana pîşesaziyê didn girtiyan û fatûreyê li gor wê dibirin. Xwarinê nadin wan. Li girtîgehan cezayê dîsîplînê, meseleya avê, cezayên hucreyê û gelek binpêkirinên din hene. Wan dalnaqînin, lê ji daliqandinê xirabtir tînin serê wan."    ‘AZADIYA WÎ AZADIYA MIN E'   Bi domdarî Altindag destnîşan kir ku piştî ku birayê wê hatiye girtin nexweşînên wî zêde bûne. Altindagê xwest birayê wê bê berdan û wiha bi dawî kir: "29 sal ne hêsan e. Tevî hemû sirgûn û îşkenceyan em li ber xwe didin. Em li hember vê zilma dewletê li ser pêyan e. Girtiyên nexweş bi zanebûnî ber bi mirinê ve dijînin. Derketina birayê min, azadiya min e. Em dengê xwe radigihînin, lê dewlet xwe li ker û laltiyê datîne."    MA / Zerrîn Sargût