Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband 2022-11-27 10:48:36   MÊRSÎN – Der barê xebatkarê Şaredariya Bajêrê Mezin a Mêrsînê M.Y. de bi hinceta ku  tev li Kongreya Ciwanan a HDP’ê bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin.   Der barê xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê M.Y. de bi hinceta ku tev li 3’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 26’ê kanûna 2021’an de hat lidarxistin bûye, bi îdiaya “endamtiya têxistinê” doz hate vekirin. Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatiye amadekirin û ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê ve hate qebûlkirin.    NIRXANDINA DOZGER   Di îdianameyê de der barê M.Y. de ev nirxandin hatine kirin: “Bersûc M.Y. di nava hiyerarşiya PKK/KCK de ji xwe re cihek peyda kiriye, li gor vê hiyerarşiyê hin ferman û talîmatan bi îradeyeke teslîmbûyî pêk tîne. Ji ber van tiştan hatiye famkirin ku ew endameke PKK/KCK’ê ye û li gor birdozî û stratejiya rêxistinê tevdigere. Hatiye famkirin ku ew bi tevlibûna rêxistinê sûc kiriye....”    ‘TEVLIBÛNA KOGREYÊ SÛC NAYÊ HESIBANDIN’   Parêzerê M.Y. Alî Bozan têkildarî îdianameya hatiye amadekirin nirxand û anî ziman ku M.Y. ji ber operasyona li xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê çêbûye hatiye binçavkirin û der barê wî de doz hatiye vekirin. Bozan destnîşan kir ku sedema sûcdarkirin û vekirina dozê ji ber M.Y. xebatkareke şaredariyê yê kurd e û ev tişt gotin: “Tevlibûna civîneke ji çapamenî û cemaweriyê re vekirî ji bo sûcdarkirinê wek delîl nayê hesibandin. Armanca vê operasyonê ew e ku xebatkarên kurd ji şaredariyê derxînin û li ser şaredariyê şikê çêbikin. Mixabin bi vî awayî saziyên dadê xwe wek amûreke desthilatê da bikaranîn. Em li bendê ne ku M.Y. ji vê dozê beraet bike. Ev jî nîşan dide ku saziyên darazê dem bi dem li gor armancên siyasetê tevdigerin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen