Husseîn Ronaghî hate berdan 2022-11-27 15:11:42   ENQERE - Husseîn Ronaghî ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê dihat ragirtin, di roja 63’yan greva birçîbûnê de hate berdan.    Nivîskarê blogê, aktîvîst û muxalîfê siyasî Husseîn Ronaghî bi sedema rola wî ya di çalakiyên piştî hilbijartina Îranê de, di sala 2009’an de hate girtin û di sala 2016’an de hatibû berdan. Di 23’yê îlona îsal de jî dema Ronaghî li mala xwe weşana zindî dikir, polîsan bi ser malê de girtin. Lê belê Ronaghî reviya bû. Rojek piştre jî dîmenek parve kir û da zanîn ku ji ber danişîna xwe dê biçe Girtîgeha Evînê û heke bê girtin jî dê dest bi greva birçîbûnê bike. Ronaghî rojek piştre çû girtîgehê, li wir hat binçavkirin û piştre jî hatibû girtin.    Her wiha di dema binçavkirinê de her du lingên wî jî hatibûn şikandin û nehatibûn tedawîkirin. Ronaghî, di 24’ê îlonê de jî dest bi greva birçîbûnê kiribû. Her wiha malbata Ronaghî jî li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiya nobeta edaletê kiribûn û di wê navberê de bavê wî krîza dil derbas kiribû. Çendek roj piştre jî Husseîn Ronaghî rakiribûn nexweşxaneyê. Ji ber rewşa tenduristiyê, Ronaghî bi rêya kefîltiyê hate berdan.    Birayê Ronaghî yê bi navê Hassan Ronaghî ku ji destpêka pêvajoyê heta niha derheqê rewşa birayê xwe de li ser Twîtterê agahiyan parve dike, têkildarî mijarê ev peyam parve kir: “Huseyîn, ji bo tedawiyê îşev bi şertê kefîltiyê hate berdan. Ji ber rêhevaltî û piştevaniyê ya dostên me, spas dikin.”