‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye' 2022-11-30 09:02:58   EDENE - Nûnerê Partiya Azadiya Civakî ya Edeneyê Serkan Nar destnîşan kir ku gava mesele tê ser kurdan desthilat û muxalefet li ser heman xetê ne û endamê Meclisa Parrtiyê ya ESP'ê Osman Kara jî got: "Rêya şikandina tecrîdê û rabûna li ber vî şerê qirêj têkoşîna yekbûyî ye."    Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe didomin. Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Osman Kara û Nûnerê Partiya Azadiya Civakî ya Edeneyê Serkan Nar li dijî êrişan ji bo têkoşîna yekbûyî bang kirin.    BEKAYA DESTHILATÊ   Nar bal kişand ser çekên kîmyewî yên ji aliyê TSK'ê ve li Balûrê Krudistanê tên bikaranîn û wiha got: "Piştî çêkirina qanûna sansurê Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci hat girtin, paşê TTB û TMMOB hedef hatin girtin, Serokatiya Cemxaneyê hat avakirin, teqîna li Taksîmê rû da û êrişên hewayî yên li ser KObanê dest pê kirin. Ev hemû, desthilat sirf ji bo di hilbijartinê de têk neçe hatine kirin. Helbet êrişa herîş girîng a ji bo bêerkkirina muxalefetê jî êrişên li ser kurdan e. Gava mesele tê ser kurdan, 'aqilê dewletê' û muxalefet dibin yek. Em vê pêvajoyê ji pêvajoya piştî 7'ê Hezîran 2015'an dizanin. Lewam divê em li çar hawirdorên welêt li dijî polîtîkayên şer û i bo teşhîrlkirina wan pratîkeke li ser esasên parastina berjewendiyên gelên bindest û avakirina komareke demokratîk bidin der."    Nar wiha got: "   'ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ YE'   Endamê Meclisa Partiyê ya ESP'ê Osman Kara jî bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî teqîna li Taksîmê dest pê kirine û ber bi hilbijartinê ve atmsofera şidetê û şer zêde dibe. Kara wiha axivî: "Boloka faşîst a AKP-MHP'ê sirf ji bo di hilbijartinê de têk neşikê planên xwe yên şidetê, planên derewkariyê û komkujiyê cardin li ser kurdan pêk tîne. Meseleya kurdî meseleya herî siyasî û civakî ya vî welatî ye. Her wiha muxalefet û desthilat jî bi salan e ji bo domandina hebûna siyaseta heyî di ser nasnameya kurdî re polîtîkayên siyasî yên qirêj pêk tînin. Mafê jiyanê, nasname, bawerî û bîrdozî çi dibe bila bibe, mafekî gerûdnî ye ji bo tevahiya mirovahiyê. Çekên kîmyewî, nukllerî û biyolojî sûcê şer ê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye."    TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ   Kara bal kişand ser girîngiya têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê û û tecrîda li welêt û wiha got: "Rêya şikandina tecrîdê û rabûna li ber vî şerê qirêj têkoşîna yekbûyî ye."   MA / Hamdullah Yagiz Kesen