Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê 2022-11-30 09:05:19   MELETÎ - Elewiyên ku bertek nîşanî Serokatiya Cemxaneyê dan ku bi vî awayî elewîtî bi Wezareta Çand û Turîzmê ve hatiye girêdan û gotin: "Elewîtî ne çandeke folklorî ye, felsefeya jiyanê ya di nava îslamê de ye. Elewî di wê serokatiya çandê de hilnayên."    Di 9'ê mijdarê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, Serokatiya Cemxaneyê hat avakirin. Bertekên elewiyan ên li dijî vê serokatiya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de didomin. Li Meletiyê welatiyên elewî gotin ku ev yek tê wateya înkarkirina elewîtiyê.    'DEWLET NIKARE AWAYÊ ÎBADETA ELEWÎTIYÊ DIYAR BIKE'   Bekir Çelebî (62) anî ziman ku bi vê qanûnê re elewît wekî baweriyekê nayê qebûlkirin û ev qanûn elewîtiyê wekî çalakiyeke çandî dihesibîne. Çelebî da zanîn ku elewîtî bi xwezaya xwe awayekî baweriyê ye û wiha got: "Ev qanûna hatiye çêkirin nîşana neqebûlkirina elewîtiyê ye. Lewma divê hemû rêxistinên elewiyan û welatiyên elewî li dijî vê xwe birêxistin bikin û rabin. Ne dewlet, divê em baweriya xwe diyar bikin. Kes nikare baweriya me diyar bike."    Kemal Gedîk (50) jî destnîşan kir ku 100 salên vê komarê ji polîtîkayên bişaftinê xalî nabin û wiha got: "Ev gavên hatine avêtin berdewama polîtîkaya bişaftinê ne. Elewî di qanûnan de hilnayên û li gor qanûnên wan jî hereket nakin. Elewîtî, ne şikilparêzî ye. Dewlet nikare awayê îbadeta elewîtiyê diyar bike. Tu saz û organîzasyon nikare vê bike, ne hedê wan e. Elewît bi nasnameya xwe ya xweser îbadeta xwe dikin û baweriyeke bi hezaran salan e."    ‘ZILM E'   Gedîk destnîşan kir ku elewî sed sal berê sirgûnî deverên qelaç hatine kirin ku kes nikare li wan deran bijî û haine qetilkirin. Gedîk bilêv kir ku lê dîsa jî elewî dest ji nasnameya xwe û xweseriya xwe bernedane û wiha got: "Gavên niha tên avêtin jî berdewama polîtîkaya bişavtinê ya destpêka komarê ne. Hem elewî hem jî kurd rastî bê polîtîkaya asîmlasiyonê tên. Ev zilm e. Ev zilm, tenê ne li elewiyan li hemû gelan tê kirin."    Gedîk di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tu elewî vê qanûnê qebûl nakin û wiha got: "Em hê nû dest bi têkoşînê dikin. Em ê heya dawiyê li dijî vê pergala zilimkar bitêkoşin."    NIKARIN ELEWIYAN TÊXIN 'KÎSIKAN'   Saîme Tûncel (58) jî bilêv kir ku dê nehêlin ku desthilat elewiyan tune bihesibîne û wiha got: "Em ê nehêlin desthilat elewiyan têxe 'kîsik'. Em elewî hene. Nikarin me tune bihesibînin. Em bi ronahiyê çêbûne. Heya niha îbadetxaneyên me cemxane bûn û dê niha jî wisa be. Em ê nehêlin me têxin bin banê Wezareta Çand û Turîzmê. Em elewî vê muameleyê qebûl nakin."    BANGAWAZÎ   Tûncel destnîşan kir ku divê elewî li dijî vê pêkanîna li dijî elewîtiyê bibin yek û got: "Ev amadekariya ji bo hilbijartinê ye. Ji hilbijartinê heya hilbijartinê elewî tên bîra wan."   Gulhan Dede (60) jî bilêv kir ku dê vê qanûnê qebûl nekin û got: "Elewî dê li dijî vê qanûnê li ber xwe bidin."    MA / Omer Akin