Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye 2022-11-30 09:05:57   STENBOL-  Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz diyar kir ku DYA'yê bi helwesta "Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin" rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye û tekane tirsa DYA û Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Kurdistana Federe û Şengalê ji 20'ê Mijdarê ve didomin. Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz êrişên Tirkiyeyê û helwesta DYA û Rûsyayê nirxandin.    TÊKILIYÊN DYA-RÛSYA-TIRKIYEYÊ    Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji zû de ye amadekariyên êrişên li dijî Rojavayê kiriye û îtirazên DYA û Rûsyayê yên li dijî êrişan jî îtirazên aktîtîkî û konjukturî ne. Yilmaz bilêv kir ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û DYA'yê de pirsgirêkine binyadî ne û di warê Rojava de Tirkiye û DYA wekhev nafikirin û ev yek ne sedema van pirsgirêkan, encama wan e. Yilmaz destnîşan kir ku DYA heya niha di warê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava de li gor konjukturê hin fikar dane der û wiha got: "Em dibînin ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ji sala 2015'an ve veguherîne têkilînî stratejîk. Tirkiye di 6 salên dawî de ji bo êrişî Rojavayê bike gelek hevdîtinan pêk tîne. Lê şerê li Ûkraynayê û xwepêşandanên li Îranê, avakirina hikûmeta Iraqê, hilbijartinên li Amerîkayê û endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO'yê, bazariya di navbera Tirkiye û Rojavayê (ya cîhanê) de bi derengî xist."    TIFAQÊN NÛ TÊN AVAKIRIN   Yilmaz da zanîn ku bi "bihara ereban" re li Rojhilata Navîn tifaq ji hev veçiriyane û ev tifaqên ku di deh salên dawî de ji hev veçiriyane cardin hewl didin bên çêkirin. Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Niha li Rojhilata Navîn tifaqine nû tên avakirin. Diyarkirina aliyan, nexasim Tirkiye, hem ji bo rojavayê hem jî ji bo Amerîkayê pir girîng e. Lewma Tirkiye di pêvajoyeke wisa de, ber bi pêvajoyeke ku sînorên polîtîkayên xwe yên maksîmalîst test dike ve diçe. Gava di dawiya vê yekê de ev tifaq ji nû ve çêbibin, ev dê ji bo polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê avantjek be yan na, em ê bibînin."    HELWESTA DYA'YÊ   Yilmaz helwesta DYA'yê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê jî rexne kir û wiha domand: "Xwerêveberiya li Rojavayê li seranserê cîhanê tê qebûlkirin, lê DYA ji modela xwerêveberiyê wêdetir, radibe têkoşîna Rojava ya li dijî DAIŞ'ê berbiçav dike. Yanî me heya niha ji bo xwerêvebirina gelên Rojava tu alîkarî nedîtine."    FIKARA JI BO EWLEHIYÊ!   Yilmazê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên DYA'yê ku gotibû "Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin" û wiha pê de çû: "DYA, bi daxuyaniya xwe ya vê dawiyê ya têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bal kişand ser fikara ji bo ewlehiya Tirkiyeyê.Ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye? Qey heya niha êriş li dijî Tirkiyeyê çêbûne? Jixwe hat fêmkirin ku tu eleqeya êrişa li Kolana Îstiklalê bi PKK û YPG'ê re tune ye. Tew Mazlûm Kobanê got, tu eleqeya wan bi êrişa li Dîlokê jî tune ye. Nexwe ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye? Yek; tirsa ku li Rojavayê modeleke xwerêveberiyê bê avakirin. Li hemberî vê jî ji nû ve pêkanîna serdestiya Şamê ya li seranserê Sûriyeyê. Dudu; DYA carinan bi bêdengiya xwe carnan jî bi şermezarkirinên xwe yên dorê li Tirkiyeyê najidîne, pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê vedike. Sedema vê jî, xwerêveberiya li Rojava ye ku ji bo xwe wekî xetereyekê dihesibîne."    MA / Esra Solîn Dal