Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan 2022-11-30 10:13:51   ENQERE - Ozge Ozbek a dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin hate girtin, tevî di mejiyê wê de ji 10 tumoran zêdetir hene ku bandorê li organên wê yên jiyanî dikin jî nayê berdan.    Girtiya nexweş Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Gebze ya Kocaeliyê tê ragirtin, tevî rewşa wê ya her ku diçe giran dibe jî nayê berdan. Ozbek ku di 22’yê Mijdara 2011’an de dema xwendekara Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Hacettepeyê bû, ji ber "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî ku perwerdeya xwe ya zanîngehê qedand, li Walîtiya Amedê weke Pispora Xizmetên Civakî dest bi kar kir. Ozbek ku di salên pişt re de ji ber tumora di mejiyê wê de derket, di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbas kir, Ozbek piştî emeliyatê ji ber biryara girtinê ya derbarê wê de hatibû derxistin li nexweşxaneya lê dihat dermankirin piştî hate binçavkirin, hate girtin.  ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) di encama serlêdanên ji aliyê malbata wê ve hatin kirin de derbarê Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihate ragirtin biryata taloqkirina înfazê ya 3 mehan da. Ozbek, piştî taloqkirina 3 mehan a înfazê, jinûve hate girtin û vê carê birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Daricayê di rapora xwe ya bi dîroka 24’ê kanûna 2021’an de diyar kir ku Ozbek nikare di şertên girtîgehê bimîne. Lê tevî rapora Lijneya Tenduristiyê jî ATK’ya Stenbolê derbarê Ozbek de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir. Balkêş bû ku di nav bijîşkên ku rapor îmzekiribûn de cerrahê mejî tune bû.      DIVÊ JINÛVE EMELIYAT BIBE   Ozbek, ku ji ber emeliyata mejî ya vekirî ya hatiye kirin, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn ên jiyanî bi cih bîne, ji ber tumorên di mejiyê wê de hene, divê di dema pêş de ji nû ve bê emeliyatkirin.   NEXWEŞXANEYÊ FİKRA XWE GUHERT: NE OBJEKTÎF E   Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Farabî ya Daricayê ku di 24’ê kanûna 2021’an de derbarê Ozbekê de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne da” di encama serlêdana jinûve hate kirin de di “Rapora Ragihandina Rewşê” ya 9’ê Hezîranê de îdia kir ku Ozbek dikare di girtîgehê de bimîne. Tevî ku rapora ku di sala 2021 'an de ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye dayîn xwedî pêvajoyeke derbasdar a 2 salan e jî, ev biryar li gorî malbata Ozbek ne objektîf e.   PROF DR. PAMÎR: DIVÊ BIN KONTROLÊ DE BÊN GIRTIN   Prof. Dr. Necmettin Pamir ê ku emeliyata Ozbek a ku êşa serî ya domdar û giran dikişîne û her wiha ji ber tumorê û windakirina hevsengiyê li girtîgeha ku lê ye dengan kêm dibihîse kiriye jî dibêje ku divê Ozbek di bin kontrolê de bê hiştin.   HERÎ KÊM 10 TUMORÊN MEJÎ HATIN TESPÎTKIRIN   Ozbek a ji ber janên ku dikişandin di 21’ê mijdarê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh a Gebzeyê, li gorî encamên MR ê hate kişandin di mejiyê wê de li ser 10 tumoran hatin tespîtkirin. Piştî ku Ozbek vegeriya girtîgeha lê dihat ragirtin hate dîtin ku tumorên di mejiyê wê de zêde bûn, ji ber vê yekê guhê wê yê çepê ji sedî 70 deng nayê bihîstin.      DIBE KU ZIRARÊ BIDE ORGANÊN WÊ YÊN DIN   Bijîşkên ku raporên tenduristiyê yên Ozbek lêkolîn kirin, agahî dan ku eger demildest mudaxile neyê kirin, wê tumorên di mejiyê wê de zirarê bidin organên din ên girîng. Malbata Ozbek jî xwest ku demildest biryara taloqkirina înfazê bê dayîn.    MA / Firat Can Arslan