Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be! 2022-11-30 11:13:15   ENQERE - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê ku binpêkirinên mafan lê zêde dibin, hate diyar kirin ku girtiyên ku diçin revîrê bêyî ku bên mûayene kirin derman ji wan re hatine dayîn û weke tedawiyê jî ji wan re gotine “Raze wê derbas bibe”.    Huseyîn Aydin ê di 7’ê mijdarê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê hate berdan, binpêkirinên mafan ên diqewimin vegotin û diyar kir ku rêveberiyê pêkanînên keyfî kirine.    Aydin, ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rêz kirin ev tişt gotin: “Dema ku girtiyên nexweş ji bo mûayene bibin an jî dermanên ku her tim bikartînin bidin nivîsîn diçin revîrê, bijîşkê revîrê ji bilî dermanên ku girtî diyar dikin (dermanên her tim bikartînin) carna bi awayekî keyfî dermanan dinivîsin. Di heman demê de bijîşk van dermanan bêyî muayene bike dinivîse. Dîsa sewqa girtiyan a nexweşxaneyê jî nayê kirin. Ji bilî vê weke ku henekên xwe bikin dibêjin ‘tu ji min baştirî, raze wê derbas bibe’. Xwarinên parêzê yên girtiyekî nexweş ê diyabete nayên danîn. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş nebaş dibe. Min du caran ji Wezareta Dadê carekê jî ji Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê re daxwazname şand û gilî kir.”   ROJÊ SAET Û NÎVAN DERDIXÎNIN CIHÊ HEWADARIYÊ    Aydin, da zanîn ku bi awayekî keyfî cezayên dîsîplînê didin girtiyan û wiha berdewam kir: “Di navbera qawişên ku girtiyên siyasî dimînin girtiyên edlî tên bicihkirin. Girtîgeh 3 qatî ye û di her qatê de 6 hucre hene, an ku her kes tenê dimîne. Di rojê de 22 saet û nîvan di hundir de dimînî tenê saet û nîvan derdixînin cihê hewadarkirinê. Ev pêkanîn ji bo girtiyên ceza girtine an jî negirtine jî tê sepandin. Li vê derê jî bi awayekî keyfî tevdigerin. Ji ber di qanûnan de wiha nîne. Saetek û nîv tenê dihêlin derkevin cihê hewadariyê. Weke sedem jî avahiya girtîgehê nîşan didin.”   KARGO NAYÊN DAYÎN: LI KANTÎNÊ HEYE   Aydin, diyar kir ku tişt li kantîna girtîgehê bi bihayekî zêde tên firotin, cureyên tiştan kêm in û tiştên di lîsteyê de hene bi heftan ji wan re naînin. Aydin, anî ziman ku kargoyên ku malbat ji wan re dişînin bi hinceta ku “li kantînê” heye nadin wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xewlî û bincilkên ku malbatê dişandin nedidan me. Weke hincet jî firotina wan a li kantînê dihate nîşandan. Lê kantîn gelek biha difiroşe. Wekî din tiştên bêkalîte û sexte dihatin firotin. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li tenduristiya mirovan dike. Lê li gorî rêgeza girtîgehê tu astengî li pêş şandina tiştan a bi rêya kargoyê an jî kesê tê hevdîtinê re bê dayîn nîne. Lê tişt bi awayekî keyfî nayên dayîn, dibêjin ku ji kantînê bikirin.”   FATÛREYÊN CEYRANÊ YÊN ZÊDE   Aydin, anî ziman ku fatûreyên ceyranê yên zêde bi bihayê “tîpa pîşesaziyê” ji girtiyan re tên birîn û got: “Heke di rewşa asayî de weke tîpa malê bê birîn wê bihayekî gelekî kêm bê dayîn. Ji ber ku bi tîpê pîşesaziyê fatûre tên birîn di her voltajê de ji 5 lîreyan zêdetir biha tê birîn. Kesê ketilekê û televizyonekê bikar bîne di mehekê de di navbera 100 û 120 lîre fatûreya ceyranê dide.”   PIRSGIRÊK BÊÇARESERÎ TÊN HIŞTIN   Aydin, da zanîn ku ji hevdîtinên ji bo pirsgirêkên diqewimin tê xwestin bi midurê girtîgehê bê kirin re sergardiyan dihat û diyar kir ku pirsgirêk bêçareserî dihatin hiştin.