Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin 2022-11-30 11:34:38   ENQERE -  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.     Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Di daxwaznameya serlêdanê de ku pêşkêşî Wezareta Edaletê hat kirin, hat xwestin ku biçin serdana Abdullah Ocalan ê ev 20 meh in agahî jê nayê girtin.    BÛLDAN Û SANCAR JÎ SERLÊDAN KIRIBÛN   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, birazayê Abdullah Ocalan parlamenterê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn. Lê hêj têkildarî serlêdanê de tu bersiv nehatine dayîn.