Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin 2022-11-30 12:25:03   AMED - Xwîşka girtiyê nexweş Încî Guler di çalakiya Nobeda Edaletê de axivî û destnîşan kir ku girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran nayên berdan û hêta daxwazên wan pêk werin dê girtî li zindanan û malbatên wan jî li derve li ber xwe bidin.    Çalakiya Nobeda edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, dabûn destpêkirin di roja 379'an de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tiba Edlî ya Amedê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.   ‘BILA QANÛNÊN XWE PÊK BÎNIN’   Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Guler anî ziman ku girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin nayên berdan û wiha got: "Lê ne partiyên siyasî û ne jî saziyên sivîl bi awayekî wîjdanî tevnegeriyan û piştgirî nedan me. Em jî dibêjin ku îro em in sibe hûn in. Zilma herî zêde Serokkomar û Wezîrê Edaletê li girtiyan dikin. Daxwaza me ew ê ku qanûnên xwe pêk bînin. Di qanûna wan de jî serbest berdana kontrolkirî heye heke ew qanûn ji bo girtiyên me yên nexweş pêk bianîna îro ew qas girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest nedidan. Îro em li ber ATK’ê banga berdana girtiyên nexweş dikin, çawa ku girtiyên me di zindanan de li ber xwe didin em ê jî weke dayik û xwîşkên wan li derva li ber xwe bidin.”   Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.