Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin 2022-11-30 13:31:25   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê kesê bi navê Selamî Bîlîr di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin.    Kesê bi navê Selamî Bîlîr li cihê pira nû ya navçeya Cizîr a Şirnexê, di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin. Hate diyar kirin ku Bîlîr bi awayekî ku gule bi serê wî ketî hatiye dîtin. Cenazeyê Bîlîr ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate îdiakirin ku Bîlîr întîhar kiriye.