Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome 2022-11-30 13:53:03   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 632’yemîn a çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Têkoşîna me têkoşîna heqiyê ye û dê tu caran dudil nebin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 632’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tev li nobeta îro bibe û Ferît Şenyaşar nobeta îro domand.    Malbatê têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji bo kesên ji me re dibêjin ji bo edaletê bila hêviya we ji vê desthilatdariyê nebe dibêjin ku em baweriya xwe bi Xwedê tînin û heta edalet bi cih tê jî dê li ber xwe bidin. Têkoşîna me têkoşîna heqiyê ye û dê tu carî dudil nebin.”