Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir 2022-11-30 14:37:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê da.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind Edîrneyê tê ragirtin, ji bo ku li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. Di daxwaznameya xwe de Demîrtaş ji bo hevdîtinê wiha got: “Weke ku tê zanîn Abdullah Ocalan, ev nêzî 23 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku girêdayî wezareta we ye, di hucreya yekkesî de û di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Ev zêdetirî 20 meh in bi awayekî derhiqûqî ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re bêpar hatiye hiştin. Lê belê di demên berê de dema dikariya pêwendiyan bi derve re deyne, wê demê heviyên aştî û çareseriya demokratîk mezin bûbûn û civakê bêhnek standibû.”    'TECRÎD ALOZIYA HEYÎ KÛRTIR DIKE’   Bi domdarî Demîrtaş bal kişand ser xizanî, krîza aborî û aloziya civakî ya li welêt û ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya şer û pevçûnan a hikûmetê ku li hundir û derveyî welat didomîne, rê li ber windahî û êşên mezin vedike. Bendewariya gel a herî mezin jî ew e ku demildest ji wan polîtîkayan lêve bibin û dawî li xizanî û bêkariyê bînin û rewşeke aştiyane û aram çêbibe. Li gel ewqas polîtîkayên xelet, her wiha tecrîda li Îmraliyê li Abdullah Ocalan tê ferzkirin jî vê aloziya heyî kûrtir dike.    Di wê baweriyê de me ku wezareta we heke dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, dê bo welêt bixêrtir be. Her zarokekî vî welatî binirx e û nabe ku li pêş çavên me bên fedakirin. Bêdengiya li hemberî vê, ji bo tu kesên baweriya xwe bi siyaseta demokratîk û aştiyê anîne seknekî rast nîne. Ji bo ku polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê tên meşandin bi awayekî domdar bi dawî bibin, ez weke parêzer û siyasetmedarek ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê têm ragirtin dixwazim ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Her wiha dixwazim ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Hêvîdarim ku ev serlêdana min were qebûlkirin.”