Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin 2022-11-30 15:00:16 STENBOL - Bavê Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin jiyana xwe ji dest da. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şînê bibe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.  Bavê Veysî Aktaş ê zêdeyî 20 meh in bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha  Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û agahî jê nayên girtin, Abît Aktaş duh bi şev ji ber xwîn çû ser mejiyê wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Aktaş, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN   Hate hînbûn ku cenazeyê Aktaş dê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê were veşartin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şîna bavê xwe bibe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.