Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin 2022-11-30 18:57:33 ŞIRNEX - Ferhat Acarê HPG'î ku li herêma Cîloyê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî piştî 185 rojan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê cenazeyê Acar li warê wî Cizîrê spart axê.   Cenazeyê Ferhat Acarê (Çekdar Gabar) HPG'î ku di 29'ê Hezîranê de li herêma Cîloyê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hat kirin. Piştî ku encama DNA'yê kifş bû, malbatê cenazeyê Acar ji "Goristana Bêkesan" wergirt.    Malbatê cenazeyê Acar anî navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Piştî wecîbeyên olî bi beşdarbûna gelek kesan cenazeyê Acar li Goristana Cizîrê hat veşartin.