ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-01 09:00:35   * Li bajarê ku Jîna Emînî lê ji dayikbû û wê spartine axê, zarokên deh salî ji dayikên xwe pirsa "dema em hatin temenê Jîna, dibe ku tişta hatiye serê Jîna bê serê me jî?" dikin. Evînar Seqiz, dibêje ku vê pirsê kir ku bi dehhezaran welatî bibin lehî û biherikin ser gora Jîna Emînî.   * Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier der barê êrişên dewleta tirk de ên li dijî Rojavayê destnîşan kir ku sedema êrişan tunekirina destkeftiyên kurdan in û got: “Kurd û gelên din li wir xweseriya xwe ava kirin. Dewleta Tirkiye jî dixwaze vê statuyê hilweşîne. Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin.”   *  Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Pinar Pelîn Gîrîtoglûyê diyar kir ku polîtîkayên bajabûniyê bi feraseteke nêrza tên biêrvebirin û jin tên vederkirin û got ku bi pêkanînên wekî otobêsa pemberî texsiya pembe, parka jinê û qehwexaneya gel re polîtîkaya "jîngehên civakî" jinê hîşn bêtir hepsî malê dike.    * Hevserokê OHD'ê ya Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku ji ber nikarin hevdştinê bi muwekîlên xwe yên di Girtîgeha Îmraliyê de bikin serî li Baroya Rihayê dabû, destnîşan kir ku ên xwe disipêrin neçareseriyê tecrîdê didomînin.    * Erhan Çîftçîler ê OHD'î diyar kir ku divê baro li dijî pêkanînên li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bînin û got: "Tecrîd, pergaleke îşkenceyê ye."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 633’yan de berdewam bike.    * Rûniştina 7’emîn a Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-15.00) ZINDÎ   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Şaxa OHD’a Mêrsînê ji ber astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û girtiyên din re wê serî li Baroya Mêrsînê bide. (12.30)   *KCD, TJA, DBP, HDP, MED TUHAD-FED, OHD û Dayikên Aştiyê wê têkildarî êrişên dewleta tirk wê bi awayekî awarte bicivin. Piştî civînê wê li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê daxuyanî bê dayîn. (13.00) ZINDÎ   * Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi dirûşmeya “Niha dema ked û azadiyê ye” li avahiya TÎP’a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Platforma Jinan a Edeneyê têkildarî binçavkirina jinan dê li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)   * Odeya Bijîşkan a Amedê, wê bi armanca bertek nîşanî girtina Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bidin, wê bi daxwaza “Ji Şebnem Xoceyê re azadî” li avahiya odeyê çalakiya nobetê li dar bixe. (17.30)