Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin 2022-12-01 09:11:38   WAN - Erhan Çîftçîler ê OHD'î diyar kir ku divê baro li dijî pêkanînên li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bînin û got: "Tecrîd, pergaleke îşkenceyê ye."    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayên dîsîplînê" an tên astengkirin an jî nayên bersivandin. Ji bo vê ji Kurdistan û Tirkiyeyê 765 parêzer û ji 22 welatan jî 350 parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dabûnî lê hê jî serlêdana wan nehatiye bersivandin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Wanê parêzer Erhan Çîftêçîler ku ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike serlêdan kir, bang kir ku demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.    Çîftçîler diyar kir ku helwesta dewletê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne hiqûqî, polîtîk e û wiha got: "Birêz Ocalan ne girtiyekî jirêzê ye û Îmralî jî ne girtîgeheke asayî ye. Mafên hiqûqî yên her girtyan hene. Gava qanûn tên çêkirin ji bo kesan xisûsî nayên çêkirin, ji bo her kesî bi awayekî wekhev tên çêkirin. Lê ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî cuda tên pêkanîn. Sedema vê jî polîtîk e. Helbet Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî dizane pêşîlêgirtina hevdîtinê ne hiqûqî ye. Dozgerê ji Îmraliyê berpirs jî bi vê dizane û tew AYM jî bi vê dijhiqûqiyê dizane. Yanî her kes dizane, lê dîsa jî qanûn tên eciqandin."   ‘HIQÛQA ÎSTISNAÎ TÊ PÊKANÎN'   Çîftçîler bilêv kir ku di mewzûatê de qedexeyeke wekî qedexeya parêzeran tune ye û wiha got: "Hikumxwar di saetên mesaiyê de dikare hevdştinê bi parêzerên xwe re bike. Lê ji bo Ocalan hiqûqeke îstisnaî tê pêkanîn. Ev yek, di dîroka kurdan de tim hebûye. Hiqûqa îstisnaî tenê ne ji bo Ocalan, ji bo pêşengên kurdan ên berê jî hatiye pêkanîn. Li hemberî Seyîd Riza, doza 49'an ev hiqûqa îstiansaî hat pêkanîn. Her wiha di salên 80'yî de jî li hemberî kurdan hiqûqa îstsinaî hat pêkanîn."    ‘OCALAN HÊVIYÊ ŞÎN DIKE'   Çîftçîler bilêv kir ku bi rakirina tecrîdê re dê aştî bê tevhiya Rojhilata Navîn û wiha got: "Wekî tê zanîn birêz Ocalan her tim ji bo aştiyê bang dike. Her tim hêviyê şîn dike." Çîftçîler anî ziman ku gava tecrîda li ser Ocalan tê rakirin aramî tê Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Lê ji bo hêviya ji bo aştiyê rû nede, hevdîtin tên astengkirin."    BANGAWAZÎ   Parêzer Çîftçîler diyar kir ku ger tecrîd di rojevê de bê dê bi dawî bibe û wiah got: "Tişta ku divê hemû sazî bikin ev e; divê tecrîd tim di rojeva wan de be. Divê ji gel re xerabiya tecrîdê bê gotin. Ger di rojevê de be dê bê şikandin, yan na em bi hezraan carî serlêdanê bikin jî dê tiştek neguhere. Em ê li dijî redkirina serlêdanan serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Em êdî dixwazin vê yekê têxin rojeva baroyan jî. Ji lew re berpirsiyariya baroyan a ku pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin. Tecrîd, pergaleke îşkenceyê ye. Lewma berpirsiyariyeke baroyan jî heye. Em dixwazin baro vê berpirsiyariya xwe bi cih bînin."