Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe 2022-12-01 11:31:30   AMED - Bavê Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin jiyana xwe ji dest da. Nehiştin ku Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.    Bavê Veysî Aktaş ê zêdeyî 20 meh in bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha  Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û agahî jê nayên girtin, Abît Aktaş duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê yekê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şîna bavê xwe bibe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Lê heta niha ji bersiveke erênî an neyînî nehatiye dayîn.    Cenazeyê bavê Aktaş, Abît Aktaş li Goristana Yenikoy a navçeya Rêzan a Amedê hat veşartin. Ji ber ku bersiveke erênî an neyînî ji serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê re nehate dayîn, Aktaş nekarî tev li cenazeyê bavê xwe bibe.  Piştî veşartina cenazeyî, malbata Aktaş li Mala Şîne ya Cemîl Kaya ya Rêzanê şîn danî, wê şîn sê rojan berdewam bike.