Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere 2022-12-01 12:25:33   AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tedawiya bikelemçekirî dan û wiha gotin: “Ev çi wijdane ku nexweşan kelemçekirî tedawî dikin? Divê dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere û em jî ji bo vê têdikoşin.”    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Amedê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 380’an de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan.   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Reşahat Ada axivî û got ku ji bo dewlet bi qanûnên xwe bike çalakiyê digirin. Ada, bi domdarî wiha got: “Girtiyên ku ev 30 sal in di girtîgehê de li gel ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Înfaza wan tê şewitandin. Çawa ku wan 30 salan li ber xwe dan, em jî dê li ber xwe bidin. Her wiha girtiyên nexweş bi destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê û bi wî awayî tên tedawîkirin. Ev çi wijdane ku nexweşekî kelemçekirî tedawî dike. Em li maf, hiqûq û edaletê digerin. Heke li welatekî edalet nebe, li wî welatî jiyan jî nabe. Daxwaza me, edalet e. Bes e êdî ji vê zilmê re.”    Bi domdarî Ada xwest ku partiyên siyasî piştgiriyê bidin çalakiya wan û wiha bi dawî kir: “Bila xwedî li rapora ku me daye wan derkevin. Êdî bes e. Li hêla din ez ji ber têkoşîna xwe didin, dayikên li Stenbolê pîroz dikim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.