Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e 2022-12-09 16:27:51   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê li gelek qadan binpêkirinên zêde yên mafan qewimîne û pirsgirêka kurd li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê asteng e.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de bîlançoya binpêkirinên mafên mirovên ku di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê qewimînî hat parvekirin.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Nîhat Bûlût tev li civînê bûn.    DANEYÊN RAPORÊ    Di raporê de dane bi sernavên "Li Tirkiyeyê di sala 2022'yan de bi daneyan binpêkirinên mafên mirovan", "Mafê jiyanê", "Îşkence û muameleya xerab", "Girtîgeh", "Azadiya Raman û îfadeyê", "Azadiya Civîn û Xwepêşandanê" “Azadiya rêxistinkirinê”, “Pirsgirêka Kurd”, “Mafên Jin û LGBTI+”, “Mafên Zarokan”, “Penaber û koçber”, “Mafên Aborî û Civakî” cih girtin.   Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2005’an de 55 hezar û 870 girtî û hikumxar hebûne û ev jimar ji 1’ê kanûna 2022’an şûn ve gihîştiye 336 hezar û 315 girtî û hikumxwaran. Di raporê de hat gotin ku 17 salan de hejmara girtî û hikumxaran şeş qat zêde bûye.    6 HEZAR Û 19 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE    Di raporê de hat destnîşankirin ku li gorî Yekineya Dokumantasyona ÎHD’ê di 7 salên dawî de 6 hezar û 19 kesan ji ber şerê diqewime jiyana xwe ji dest dane, 8 hezar û 562 kes birîndar bûne. Her wiha hat gotin di sala 2022’yan de ji ber êrişên nijadperest ên li dijî kurdan kesek hatiye kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.    Di raporê de hat gotin di 11 mehên îsal de 35 jê zarok hezar û 32 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û anî ziman ku 74 sal in Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan rêya mirovan ronî dike û li cîhanê tevgerek bihêz a mafên mirovan ava bûye. Turkdogan got: “Em dikarin mînaka vê berbalevbûna mafên mirovan dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li Îranê dest pê kir mînak nîşan bide.”    OHAL DIDOME    Turkdogan destnîşan kir ku her çiqas bi devkî Rewşa Awarte (OHAL) hatibe rakirin jî lê ji sala 2016’an ve OHAL’ek mayînde berdewam dike.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Turkdogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî girtîgeh bûne pirsgirên cidî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Îktidar di mehên havînê de dê derbarê girtiyên nexweş de gav bavêje. Soz da lê tiştek nekir. Tecrîd li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan di demek herî zû de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Azadiya raderbirînê ji bo me hemûyan azadîyeke pêwîst e. Girtîgehên ku rasterast nîşaneya hurmeta dewletan a ji bo mafên mirovan in, niha li Tirkiyeyê ji ber ku desthilatdariya siyasî hiqûqê wekî amûra zext û tirsandinê bikar tîne, tije bûne. Girtîgeh ku binpêkirinên giran ên mafê jiyanê lê diqewime bi îşkence û astengkirina mafên tenduristiyê di rojevê de ne.”    GIRTINA FÎNCANCI    Turkdogan destnîşan kir ku girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci bêhiqûqî ye û girtina Fîncanci nayê qebûlkirin û divê li şûna girtina wê lêkolîna pêwîst bihata kirin. Turkdogan got ew ê di 23’ê kanûnê de biçin Stenbolê û hevala xwe Şebnemê bigihînin azadiya wê.    ASTENGIYA MAFÊN ÇALAKÎ Û DAXUYANIYAN   Turkdogan bal kişand ser astengî, qedexekirin û binpêkirina mafên civîn û xwepêşandanan û azadiya çalakî û xwepêşandanan ji aliyê leşker, polîs, walî û qeymeqaman ve tên astengkirin û mînaka vê yekê jî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê û astengiyên li pêşiya HDP’ê, kedkar, xwendekar, karker û parêzvanên mafên jiyanê û xwezayê nîşan da.    PIRSGIRÊKA KURD    Turkdogan bal kişand ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ku pirsgirêka kurd e û wiha axivî: “Zextên li ser partiyên siyasî berdewam dikin. Doza girtina HDP'ê dewam dike. Pirsgirêka kurd, weke yek ji astengên sereke yên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Weke parêzvanên mafan me her tim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, aştiyane û dadperwerane doz vekir. Em di vê de israr dikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku êdî şer û pevçûn rawestin. Bi avakirina jîngeheke bê nakok re, divê hemû alî ji bo xurtkirin, şopandin û temînkirina aştiya civakî bi xurtkirina rewşa nelihevkirinê li gorî neyînîyên ku qewimîne, bernameyên samîmî û bi bandor pêş bixin. Em dibêjin ku hatina aştiyê ya li ser vê axê re dê demokrasi û mafên mirovan bên parastin.”   GIRTINA ROJNAMEVANAN    Turkdogan bal kişand ser azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê li cîhanê di rêzên paş de ye û ew girtina 9 û 16 rojnamevanên kurd qebûl nakin û cihê rojnamevanan ne girtîgeh e.    Turkdogan anî ziman ku ew ê li dijî her cûre binpêkirinên mafên mirovan, îşkence û muamaleya xerab têkoşîna xwe ya parastina mafên mirovan bidomînin.