Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da 2022-12-10 08:21:05 COLEMÊRG - Girtiyê nexweşê giran Tahîr Gurdal ê li nexweşxaneya ku li Amedê rakirinê bi awayekî kelemçekirî 19 rojan dihate dermankirin, 13 roj piştî taloqkirina cezayê wî jiyana xwe ji dest da.     Tahîr Gurdal (53) ê piştî kete girtîgehê bi nexweşiya penceşera pişikê ket û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî dihate dermankirin, 13 roj piştî cezayê wî hate taloqkirin jiyana xwe ji dest da. Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 21'ê mijdarê de bi nûçeya serenavê "Nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî tê sekinandin" servîs kir. Cezayê Gurdal ê piştî vê nûçeyê kelemçeyên wî ji destê wî ve hatibû kirin 6 mehan hatibû taloqkirin.    Gurdal ê 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Gurdal ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî û di nav nivînan de dihate dermankirin, di 28'ê mijdarê de cezayê wî hatibû taloqkirin û hatibû berdan.     HERÎ ZÊDE WÊ 20 ROJAN BIJΠ   Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal ê dema bavê wî dihate dermankirin ji ajansa me re axivî bû wiha gotibû: "Beriya niha tu nexweşiyên bavê min nebûn, piştî kete girtîgehê nexweş bû. Şertên girtîgehê ne li gorî girtiyan e. Heke careke din bişînin girtîgehê wê herî zêde 15-20 rojan bijî."