ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-10 09:00:04   * Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê, ji bo merasîma vekirinê ya li Mêrdînê ku dê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan tevlî wê bibe, bi fermana walîtiyê qada tenduristiyê veguherand qada avahiyan û da ber firotinê.    * Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji bo beşdariya li çalakiya girseyî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dê di 11'ê Kanûnê de li Amedê bê lidarxistin banga kirin: “Kesên ku daxwaza edalet û azadiyê dikin, divê tevlî çalakiya li Amed û Wanê bibin.”   * Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa Wanê Mîrat Atabay ku bal kişand ser pirsgirêkên perwerdehiyê yên li dibistanên gundan, diyar kir ku li van dersan ji dêvla dersxaneyan konteyner tên bikaranîn, ji ber ku ev der nayên germkirin zarok tevî qocikan dikevin dersê û cerdevanên çekdar ên wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin jî bandoreke neyînî li xwendekaran dikin.    *Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 642’yemîn de berdewam bike.    * 10 Ekîm-Der, di meha 86’emîn a Komkujiya Enqereyê de ku 104 kesan jiyana xwe ji dest dan, wê li ber Gara Trênê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.04)   * Li Lijneya Giştî ya Meclisê, wê budçeya Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û Wezareta Karên Hundir bê nîqaşkirin. (11.00) ZINDΠ   * Ji ber 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan wê li gelek bajaran, çalakî û aktîvîte bên lidarxistin. (11.00-19.00)   * Xizmên Windakiriyan wê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê bi daxwaza aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û darizandina faîlan wê çalakiya xwe ya 924’emîn bi awayekî online lidarbixin. (12.00)   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka kevin daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo bale bikişînin rewşa girtiyên nexweş wê li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê di hefteya 559’an a “Rûniştina F’yê” de li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)