Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe 2022-12-10 10:11:55   STENBOL – Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû ku bi polîtîkaya Sûriyeyê dizane diyar kir ku di hedefa êrişan de fikriyata Rojava heye û heke tevgerek bejahiyê ya muhtemel dest pê bike dê Tirkiye winda bike.    Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû yê ku bi polîtîkaya Sûriyeyê dizane û bi salane polîtîkaya herêmê dişopîne êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê nirxand.    TIRKIYE FÎNANSÊ TEMÎN DIKE    Ozûgûrlû bal kişand ser hebûna HTŞ û OSO’yê ya li cihên wek Efrîn û deverên din û destnîşan kir ku Tirkiye û hin welatên wek Katar û yên din fînansmaniya wan temîn dike. Ozûgûrlû da zanîn ku bi peyamên asayîbûnê ya Tirkiyeyê ku dê hevdîtinê bi Sûriyeyê re bike jî li wan deveran hin xwepêşandan qewimîn û çimkî wan rêxistinan dizanibû ku wê desteka wan a aboriyê têk here û heta fikirîn ku wê hebûna wan ji holê rabe.   ‘TIRKIYE JI FIKRA RÊVEBERIYA XWESER DITIRSE’    Ozûgûrlû bal kişand ser sedema êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got Tirkiye YPG'ê ji bo xwe xeter dibîne. Ozgurlu anî ziman ku Tirkiye di bin ramana ewlehiya neteweyî de xwe spartiye hin ramanan û wiha got: “Ev çiqasî li gorî rastiyên qadê ye, ev mijareke cihê nîqaşê nîne. Bi rastî jî hinceteke wiha ya Tirkiyeyê heye, di demeke dirêj de li ser vê yekê difikirin. Ji aliyê din ve geşedanên li herêmê, li Sûriyê, fikarên Tirkiyê yên derbarê pêşerojê de zêdetir dike. Bi rastî ez vê yekê wiha dibînim. Operasyonên bi vî rengî li Sûriyê ne li ser niha, lê li ser siberojê ne. Ji ber ku her destkeftiyek li Sûriyê, yanî HSD’ê bi rêveberiya Sûriyê re yan jî bi awayekî din lihevkirinek pêk bîne, modela rêveberiya xweseriya demokratîk e ku dê di siberojê de li Tirkiyê jî belav bibe. Fikar û tirsa Tirkiyeyê fikra rêveberiya xweseriya demokratîk e û lewma êriş dike.”    ‘TIRKIYE TEVGERA BEJAHÎ DEST PÊ BIKE DÊ WINDA BIKE’    Ozûgûrlû anî ziman ku operasyoneke bejayî ya muhtemel wê bibe sedema windakirin û têkçûna Tirkiyeyê û got: "Beriya her tiştî ji raya giştî ya navxweyî re vegotina windahiyan ne hêsan e. Ya duyemîn jî di warê hiqûqa navneteweyî de dê hin nerazîbûn derkevin holê. Ji ber ku di encamê de çapemeniya navneteweyî dest pê kir û destnîşan kir ku di êrîş û operasyonên bi vî rengî de qurbaniyên sivîl zêdetir in. Ya sêyem, dibe ku rasterast îtîrazek an jî tevgerek Amrîka li dijî Tirkiyê derkeve holê. Çimkî jixwe têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê ne baş in. Amerîka dikare li dijî Tirkiyeyê hin kozên nû derxe pêşiya wê. Ev hem di warê fînansê de dibe hem jî di warê siyasî de dibe.”   MA / Esra Solîn Dal