Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek 2022-12-10 11:49:48   RIHA - Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ku têkildarî êrişa li dijî dikana Malbata Şenyaşar dabû ji esasê xera kir û cezayê Fadil Şenyaşar jî hindik dît û got neçarî ye ku dosyeyên dikan û nexweşxaneyê bi hev re bên birêvebirin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku “serdana” dikana Malbata Şenyaşar kir, êrişî ferdên malbatê kirin. Birîndarên malbatê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê êrişa li dijî wan dewam kiribû û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar li ber çavê her kesî hatin qetilkirin. Her wiha li ber çavê Emîne Şenyaşar hevjîn û lawên wê hatin kuştin.    Lêpirsîna derbarê êrişa li dikanê û nexweşxaneyê li gel ku di heman rojê de pêk hat jî bi du beşan hat veqetandin. Danişîna êrişa têkildarî dikanê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin û di 2’yê Nîsana 2021’an de biryara wê hat dayîn. Dadgehê 37 sal û 9 meh cezayê hefsê li Fadil Şenyaşar ku bav û du birayê wî hatibûn kuştin, hat birîn. 18 sal cezayê hefsê jî li Enver Yildiz ê ku 18 meh piştî bûyerê teslîm bûbû hatibû birîn.    Heyeta dadgehê biryar da ku Ferît Şenyaşar ê ji dozê negirtî dihat darizandin cezayek lê bê birî nîne û bersûcên din ên dosyayê ceza hat birîn. Dadgehê li Suleyman Yildiz 4 sal 3 meh 22 roj, Abdurrahman Yildiz 11 meh 23 roj, Kenan Yildiz 4 sal 8 meh 18 roj, Mustafa Yıldız salek û mehek nîv, Mehmet Yildiz 6 meh 22 roj, Nihat Yildiz salek û 11 meh 18 roj, Halîl Îbrahîm Şîmşek 3 sal 9 meh, Mehmet Şîmşek 2 sal 6 meh 10 roj û li Mehmet Yildiz 2 sal û 6 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî. Dosyeya Îbrahîm Yildiz ê ku derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn ji ber ku nehat girtin hat cihêkirin.     Parêzerên Malbata Şenyaşar û malbata Yildiz biryara dadgeha herêmî birin Dadgeha Edeliyeya Herêma Dîlokê ango Dadgeha Îstînafê. 2’yemîn Daîreya Dadgeha Îstînafê serlêdanên parêzeran nirxand û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û biryara dadgeha herêmî di 8’ê kanûnê de ji esasî ve xera kir.    Dadgehê sûcên ku hatine kirin nirxand û daxwaza lêkolînên bi danişînî jî red kir.    'DIVÊ DOSYE BIBE YEK’    Dadgehê biryar da ku dosyeya “dikanê” û dosyeya “nexweşxaneyê” bibin yek û bi hev re bên birêvebirin û got ku ev yek neçarî ye.    CEZA HINDIK DÎTIYE    Dadgeha Îstînafê îdia kir ku cezayê li Fadil Şenyaşar ku hatiye birîn jî hindik hatiye birîn.    'BÊHIQÛQÎ DIDOME’    Ji parêzerên Malbata Şenyaşar, Bulent Dûran têkildarî biryara Dadgeha Îstînafê axivî û diyar kir ku îstînafê eşkere kiriye ku lêpirsîna bi du beşan ne rast e û biryara ku dosye bibin yek rastir e. Dûran bal kişand ser biryara dadgehê ku ceza hindik li Fadil Şenyaşar hatiye birîn û got: “Em vê biryara dadgehê qebûl nakin. Di dîmenan de pir zelal xuya dike ku Fadil bav û birayên xwe diparêze. Dadgeha Îsînafê di vî warî de biryarek nerast daye. Divê ku biryara beraetê bida. Daxwaza Malbata Şenayşar îro ew e ku Fadil Şenyaşar bê berdan. Lê dîsa jî nayê berdan. Nobeda Edaletê ya malbatê hemû bêhiqûqiya diqewime dide nîşandan. Fikarên me hin zêdetir bûn.”    MA / Mujdat Can